Ji bilî rûreşkirina vê êrîşa terorîstî, minaqeşeyên li hundir û derveyî Franseyê kirin û gotinên siyaseta Franseyê ya Sûrî û Bakurê Efrîkayê jî çîrove dikin. Wke mînak, gotinên wezîrê karê derve yê Franseyê Laurent Fabius nehatin jibîrkirin ku çileyê 2013´an gotibû: "Li cihê cih Cebhet el-Nûsra karekî baş dike". 

Li aliyê din, elaqedarî alîkariya Franseyê bi komên tundraw ên li Sûriyê re cîgirê serfermandarê hêzên eskerî yên Îranê Mesûd Cezaîrî daxuyaniyek da bi heman rengî û got: "Franse berdêla destekkirina DAIŞ´ê dide." Jixwe gelek minaqeşeyên ku helwêsta Franseyê ya ku heta bi civîna Cenev Diduyê jî bi awayekî aşkere bang li civata navneteweyî didkir ku desteka sîleh û cebilxaneyan bide komên tundraw ên li Sûrî li dijî rejîma Baesê, ji xwe re dikin mijar jî, li vî aliyî dikolin.

Bi herhalî, civaka Kurd û rêxistinên Kurd xema xwe ya ji êrîşê îfade kirin û cihê xwe li cem xelkên Franseyê îfadekirin. Daxuyaniyên rêxistinên Kurd bi pirranî bi wî rengî bû ku êrîşa li Parîsê weke li dijî mirovahiyê nirxandin.

Di nava vê kêşmekêşê de aliyekî meselê hinekî dûrî çavan ket. Ew jî DAIŞ û stratejiya wê bi xwe bû. Dr. David Romano ku li zanîngeha Missouri State University li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dersê dide, bi hin pirsan bal kişand ser vî aliyî. Di medya civakî de li ser malpera xwe ya Facebookê Romano got, haya DAIŞ´ê ev demeke jê heye ku wê operasyonek were lidarxistin li Şengalê. Di encamê de ev operasyon pêk hat û tevî Kobanî derba herî giran ya heta niha di warê eskerî de xwar. Romano dibêje, êrîşên Parîsê hema hema di heman wextê de pêk hatin. Bi pirsan jî Romano balê dikişîne ser wê yekê ku bi vê êrîşê DAIŞ bi xêra medyayê jî li her derî hebûna nîşan dide, ser têkşûna xwe ya li Şengalê digire û dipirse gelo, bi vê ya ku dixwaze bike ew e ku tevlîbûna şervanên biyanî ya nav refên xwe bide dewam kirin.

Di gelek kirin û çalakiyên terorîstî ên DAIŞ´ê de ev hesab hene, mirov dikare bibêeje ku bi van çalakiyên terorîstî wan ji mêj ve xwe hazir kir ku ser derbên eskerî û şikestinên xwe bigirin, bikin ku ew xuya nekin, da ku îmaja wê ya xurt û serketî her bimîne; bi vê jî misoger bike ku terorîstên biyanî tevlî nav refên wê bibin. n NAVENDA NÛÇEYAN