Li ber mizgerfta mezin a navçeya Ranya ya Silêmaniyê girseya gel, bi armanca şermezarkirina qetilkirina rojnamevan û sernivîskarê kovara Rayel û rojnameya Awêne Kawa Germiyanî ber bi parqa navçeyê ve meşiya. Di dema meşê de posterên rojnemevan Kawa Germiyanî, Serdeşt Osman û panqartên li ser ‘kesek nikare dengê azad bêdeng bike’, ‘em ji kuştinê natirsîn’ hatî nivisîn, hatin bilind kirin. Piştî girseya gel gihişt navenda parqa navçeyê, ji aliyê rojnamevan Şasiwar Mame ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku tê de kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî û hemû rojnamevanên li Herêma Kurdistanê hatîn qetilkirin hat şermezar kirin. Girseyê binpêkirina ramana azad şermezar kir û ji hikûmetê xwest ku kujerên Germiyanî aşkere bike. Çalakî bi gotina sloganan bidawî bû.
Di heman demî de li bajarê Silêmaniyê jî kuştina Kawa Germiyanî hat şermezarkirin. Li ber nivîsîngeha Parlamentoya Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê meşek hat lidarxistin û qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî hat şermezarkirin. Piştî xwepêşander gihiştin pêşiya nivîsîngeha Parlamentoya Kurdistanê, di daxuyaniyekê de partiyên siyasî yên li Başûr wekî berpirsê kuştinê hatin destnîşankirin. Çalakgeran ji YNK daxwaz kir ku berpirsiyarên kuştinê derîne holê û darezîne. Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Lewra tekane tişta bikare baweriyê ji bo partî û dezgehên vê herêmê vegerêne, teslîmkirin û cezakirina berpirsên terorkirina rojnamevanên Kurd e"...
DîHA/SILÊMANî