Li Îranê gelek hindikayî hene û di rewşekê de ku di qanûna bingehîn a Îranê de behsa mafê xwendina bi zimanê dayikê heye, lê belê ev yek tu caran di pratîkê de pêk nehatiye. Dewlemendiya çanda Îranî gelek netewe û pêkhate di nav xwe de hewandine. Îran di dîroka xwe ya rêveberiyê de hertim wek pergalek eyaletê hatiye birêvebirin. Ji ber ku dewlemendbûna netewan tu caran destûr nedaye sînorên netewe dewletan. Herçend niha jî gelek bajar wek eyaletên serbixwe ne, lê belê ji naverok û rastiya xwe ya dîrokî û civakî hatiye dûrxistin. 

Rejîma Xumeynî hemû destketiyên gel yên şoreşê xiste bin desthilatdariya xwe ya dînî. Hemû pêkhateyên li Îranê yên olî û netewe ji nedîtî ve hat û bi rejîmeke tekperest hewl da civaka Îranê birêve bibe. Yek ji darbeya herî mezin a Rejîma Melayan li ser şoreşa gelan a sala 1979’an parçekirina netewan, jinan û rengên cêwaz ên civakê bû. Gelan ji bo mafê xwe yê xwezayî û jiyanek azad li hember dîkatoriya Şah û destdirêjiya welatên derve derketibûn lê belê Rejîma Melayan xwe kerr kir li hemû hestên azadîxwazî yên netewan. Her cure daxwazên ji bo mafê jiyanê bi awayekî herî hişk bi taybet bi rêbaza komkujî û darvekirinan hewl da bêdeng bike. Di qanûnên Îranê de tu caran mirov rastî înkara netewe yan jî olekê nayê, lê belê tu caran ew qanûn nehatin pratîkkirin. 

Daxwaza ji bo zimanê dayikê li Bakûrê Kurdistanê bi salan e tê ziman û hikûmeta AKP´ê ji bo ku rûyê xwe yê dagirker û înkarê veşêre, qaşo dest bi hinek reforman kir. Lê belê projeyên ku wan pêşkêş kirin hemû bi fiyaskoyê bi encam bûn. 

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî gelek pêkhate nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdê bibînin. Herçend Îranê wek rejîma asîmîlasyonê ya Tirkiyê Kurdî qedexe nekiriye û di madeya 15. a Qanûna Esasî ya Îranê de hatiye ku ‘Her netewe dikare bi zimanê xwe perwerde bibe’. Lê ji bo ev yek di pratîkê de pêk neyê, heta ji dewletê hatiye hewl daye zimanê Farsî zimanê herî baş li ser zimanên din ferz bike. Dema Rûhanî hat ser desthilatdariyê hinek sozên weke Erdogan dabû gel ku hê jî pêk nehanine. Yek ji wan sozan ew bû ku; ‘Hemû netewe dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin’. Çawa gel dişibin hev, dîktator jî wisa dişibin hevdu. Ji bo ku li  Kurdistanê siyaseta xwe ya nerm kûrtir û ziravtir bike û ruhê mirovan bite-vizîne, behsa perwerdeya bi zimanê dayikê dike. Biryarên ku zimanê Kurdî wek zimanekî ‘biyanî’ li kêleka dersên esasî wek dersên ku xwendevan hilbijêrin, werin dayîn, nîşaneya siyaseta nerm a asîmîlasyona Rûhanî li hember Kurdan e. 

Armanca sereke ew e ku zimanê Kurdî ji ruhê xwe yê welatparêzî, netewî û Kurdbûnê derkeve û kirasekî din li xwe bike.  Ger em temaşeyî naveroka dersên bi zimanê Kurdî yên ku li zanîngehên Kirmaşan û Sine tên dayîn bikin, wergera hişmendiya farsîparêziyê ye. Çawa ku li hemû eyaletên Rojhilat û seranserî Îranê bi zimanê xelkê her herêmê televîzyon û radyo heye û weşanê dike, lê naveroka wê xizmeta siyasetên Îranê dike. Kurd, Azerî, Belûçî, Mazî, Tirkmen û Ereb di kirasê bedew ê zimanê xwe de dibine şahidê mirina zimanê xwe. Îran di bin navê zimanê dayikê de, dayik, welat, hestên welatparêzî û xulase hemû nirxên ku civak pê ve girêdayî ye, tine dike. Dirûşmeya dewleta Rûhanî Tebîr û Hêvî ye ku hema îfadeya vê rastiyê ye. Heta ku jê tê hêviyeke vala dide gelan lê timî jî li hember wan bi tedbîr e, çiqasî jî dişibe Erdogan ev Rûhanî!