Ji sala 1989’an vir ve li Bajarê antîk ê Sagalassosê xebatên zanyarî û lêkolînê tên kirin, di lêkolînên sala 2016’an de lahîteke ji sedsala 2’emîn a Piştî Mîladê hat dîtin. Gora ku hatiye dîtin aydê wan kesan e ku bedena wan piştî kremasyonê (piştî tên şewitandin) tên veşartin; û pê re jî odeyeke tozî hatiye dîtin.

Li gorî nûçeya Arkofîlî xebatên li vê şûnwarê bi serokatiya Prof. Dr. Jeroen Poblome  tên kirin, û gora ku hatiye dîtin, dîroka wê heta bi sedsala 2’emîn a Piştî Mîladê diçe û gelekî baş hatiye parastin. Di lahîta vedîtî de xweliya bedena mirovan a piştî kremasyonê hat dîtin, û di odeya duyemîn de hestuyên piştî kremasyonê ji ber bedena mirovan mayî jî hatine tesbîtkirin.

Li gorî tesbîtên heta niha, di serdema antîk de zerar li lahîta vedîtî bûye.


Bajarê Antîk ê Sagalassos 

Bajarê antîk yê Sagalassosê li navçeya Aglasunê ya Burdurê ye, li herêma di serdema antîk de wekî Pîsîdîa tê zanîn, cih digire. Li gorî lêkolînan dîroka wê heta 12 hezar salan diçe, ji ber kevirên orjînalî û çêkirina xwe ya bîrdariyê pir baş hatiye parastin û heta roja me ya îro hatiye. Dema li plana wê ya bajarî bê mêzekirin, bi çêkirina xwe ya benên çiyayî pir balê dikişîne ser xwe. Li Sagalassosê berhemên seramîkî hatine afirandin û di serdema antîk de wekî navenda afrîneriya seramîkê ye. Bajarê di Lîsteya Parastina Demborî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire, xwedî cihê şano û Kaniyên Antoniyî ye. Kaniya Antoniyî Piştî Zayînê di serdema Împaratorê Romayê Marcus Aurelîus de hatiye çêkirin û ji bo Xweda Dîonysos hatiye diyarîkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN