ELÎ KEDRO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA
Şervîn Elo kerr û lal hatiye dinê, lê dîsa jî li hemberî şert û mercên jiyanê li ber xwe da û niha bûye şêwekareke pispor û gelek tabloyên wê hene.
Şervîn Elo 17 salî ye û ji şêniyên gundê Umera yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye. Kerr û lal di nav malbateke welatparêz de hate dinê. Di malbatê de ji 5 zarokan ew ya duyemîn e.
Beriya şoreşa Rojava rewşa ku herî zêde astengî ji Şevînê re çêdikir, şert û mercên jiyana Kurdan bûn. Di 7 saliya xwe de, malbata wê dixwaze wê di dibistanên kesên astengdar de qeyd bike. Lê rêveberiya dibistanê şertên gelek dijwar ji bo qebûlkirina Şervînê dan pêşiya malbatê. Malbata Şervînê nekarî şert û mercên qeydiyê bîne cih û Şevîn ji xwendinê qut bû.
Rejîmê rê lê girt Şoreşê rê li ber vekir
Lê xwesteka Şervînê ji şert û mercên li hember Kurdan bi hêztir bû. Ji ber wê bi alîkariya malbata xwe, Şervîn fêrî xwendin û nivîsandina bi Erebî û Kurdî bû.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re û rejîma Sûriyê ji herêma Rojava derket. Piştî ku yekemîn dewreya perwerdekirina şêwekariyê hate vekirin, ji ber ku Şervîn ji wênesaziyê hez dike, tev li dewreyê dibe.
Şervîn bi dehan tabloyên rengê zeytî, hindek din jî bi rejî û risasê (zirêc) xêz kirine. Di piraniya tabloyên wê de jinbûn xuya dike. Şervîn bawer dike ku jin bingeha jiyanê ne.
Dagirkeriyê ew ji hunerê wê qut nekir
Şervîn li kantona Efrînê beşdarî gelek mihrîcan û pêşbirkan bûye yên ku hingî Desteya Çand û Huner ji endamên xwe re organîze kiribûn. Bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, di 20`ê Çileyê 2018`an de mîna bi hezaran malbatên Efrînê malbata Şervînê jî neçar ma di 16`ê Adara 2018`an de ji Efrînê derkeve.
Malbata Şervînê xwest tabloyên keça xwe bi rê bikin kantona Cizîrê lê Şervînê ew pêşniyaz red kir.
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê di 21`ê meha bihurî de pêşangehek li Kampa Serdemê orgenîze kir. Şervînê jî bi tabloyekê ku tê de zarokek lîstoka xwe hembêz kiriye û bermahiyên şer li derdora wî ne, beşdarî pêşangehê bû. Bi vê wê xwestiye nîşan bide ku zarokên Efrînê di encama komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji zarokatiya xwe bê par mane.
Wê şarezariya xwe bi pêş xist
Dayika Şervînê Hemîde Mihemed der barê hewas û israra keça xwe ya ji bo wênexêzkirinê de got, “Şervîn ji biçûkahiya xwe ve bi jiyanê ve hatibû girêdan. Ruxmî astengdariya xwe û qebûlnebûna wê di dibistanê de dîsa jî fêrî şêwekariyê bû heta ku di vî warî de bû pispor û şarezahiya xwe bi pêş xist.”