Gurnet Ektîren a çalakger: Em welê bawer dikin ku di çarçoveya armanca çalakiyên me de, wê gav bên avêtin. Ez silavên xwe ji Leyla Guven re jî dişinim. Ez serketinê ji her kesî re dixwazim. Ez hêvî dikim ku heta Newrozê, Rêbertiya me Azad bibe.

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Hepsa Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji hepsê hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê dewam dike. Ektîren diyar kir ku çi li zindanê, çi jî li malê, çalakiya wan wê dewam bike û got, “Hêviyên girtiyan ji gel hene ku bileve.”

Gurbet Ektîrenê di 15’ê Çile de, li hepsa Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di 8’ê Adarê de, di rûniştina doza li dijî xwe de, hat berdan. Ektîren, piştî hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya li navçeya Mêrdînê Dêrikê dewam dike.

Ektîren di dema qadexeya derketina derve de ya sala 2015’an li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê,  bi îdîaya “Endametiya rêxistinê” hat girtin. Ektîren ji roja dest bi grevê kiriye û vir ve, 3 kîlo li xwe kêm kirine û niha di odeya ji bo wê hatiye amadekirî de dimîne. Endamên malbatê li Ektîren miqate dibin. Ektîren a piştî hat berdan neçû nexweşxaneyê, bijîşkên serbixwe yên ser bi Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), rewşa wê tenduristiyê bişopînin.

Em bi Ektîren re  li ser çalakiya wê peyivîn.

 Li her derî xwedî li berxwedanê derkevin

Ektîren, diyar kir ku di 2’ê Adarê de jî, 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, “Ji bo parastinê bikim, min pergala SEGBÎS’ê red kir. Ji ber vê ji bo rûniştina dozê ez anîm Mêrdînê.”

Ektîren, di dewama axaftina xwe de wiha peyivî: “Heta ku tecrîdkirina Rêbertiya me dewam bike, ez bi biryar im ku çalakiya xwe bidomînim. Teqez ez ê dewam bikim. Çalakiya me çalakiyeke bi wate ye. Pirr baş diçe. Çalakiya hemû hevalên min dewan dike. Em dixwazin her kes xwedî li berxwedana zindanan derkeve. Lazim e ku gelê me li Mêrdînê û Kurdistanê bikeve nava tevgerê. Jixwe, li hepsan çalakî dewam dike. Lê divê ev li derve belav bibe. Girtî ji vê moralê digirin.”

 ‘Em amade ne canê xwe ji dest bidin’

Ektîren da zanîn ku çi li derve, çi li hûndir tiştek ji bo wê nehatiye guhertin û wiha axivî: “Ew wisan difirin ku bi berdanê, em ê dest ji çalakiya xwe berdin. Lê em ê çalakiya xwe dewam bikin. Em ê destûrê nedin ku ew bigihin armancên xwe. Bila vê baş zanibin. Dibe ku bi zanebûn hemû hevalên me yên di greva birçîbûnê de û dadgehên wan dewam dikin, berdin. Lê ew ê nikaribin vîna me teslîm bigirin. Çi li zindanê û çi jî li malê em amade ne ku di vê oxirê de, jiyana xwe ji dest bidin.”

 ‘Li hepsê moralekî mezin hebû’

Gurbet Ektîren bal kişand ser çalakiya hevalên xwe yên di hepsan de jî û got, “Moralê hemû girtiyan bilind bû. Ji bo bidawîkirina tecrîdê jî bi biryar in. Li hepsan her kes li ser piyan e. Morelê hevalên me yên ev 84 roj in di greva birçîbûnê de jî, pirr bilind bû. Ez ji vê derê careke din silavên xwe ji wan re dişinim. Her kes hêvî dike ku gel bikeve nava tevgerê. Girtî dixwazin li Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê hemû jin, ciwan, dayîk, kal û pîr bikevin nava tevgerê.”

‘Hêvî dikim Rêbertiya me azad bibe’

Gurbet Ektîren di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em welê bawer dikin ku di çarçoveya armanca çalakiyên me de, wê gav bên avêtin. Çalakiya Leyla Guven di roja 124’an (îro 125´an) de dewam dike. Lê ligel vê yekê jî medya sîstemê bi israr naxwaze nûçeyên Guven servîs bike. Em li dijî vê jî têdikoşin. Ez silavên xwe ji Leyla Guven re jî dişinim. Ez serketinê ji her kesî re dixwazim. Ez hêvî dikim ku heta Newrozê, Rêbertiya me Azad bibe.”