Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di 11. salvegera çalakiya Viyan Soran de, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berda bû bedena xwe, axivî.

Hozat di destpêka axaftinên xwe de Viyan Soran bibîr anî û diyar kir ku Viyan Soran, di nava têkoşîna tevgera azadiyê de xwedî roleke mezin bû. Hozat behsa têkoşîna Viyan Soran a li hember astengiyên civak, malbat û êşîr kir û wiha pê de çû: “Heval Viyan li dijî hemû astengiyên civakê, eşîr û sîstemê rabû û berê xwe da nava têkoşîna azadiyê de. Hevala Viyan ji bo jinên Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bû kesayeteke mînak a pêşeng e.”

‘Sembola yekîtiya gelê Kurd’

Hozat di dewama axaftina xwe de li ser kesayet û têkoşîna fermandara YJA-Star’ê Viyan Soran ev tişt got: “11 sal li ser şehadeta heval Viyan Soran re derbas bû lê, ev 11 sal in hevala Viyan bi berdewamî di nava me û têkoşîna me de ye. Hevala Viyan di nava têkoşîna tevgera me de kesayetiyeke pir taybet e. Bi sekin û têkoşîna xwe mînak û pêşeng bû. Dema heval Viyan beşdar bû tevlîbûna jinên Başûr ji têkoşîna azadiyê re kêm bû. Lê, hevala Viyan di demeke wisa de me nas kir û biryara tevlîbûnê da. Bi baweriya ku wê azadiya jinên Başûr bi azadiya jinên giştî Kurdistanê re pêk were tevlî bû. Wê ji bo yekîtiya gelê Kurd her digot, ‘Pêwîst e ez jî di sazkirina yekîtiya neteweyî de xwedî roleke mezin bim’. Hevala Viyan bi sekin û tevlîbûna xwe ev da nîşandan. Dikarim bêjim ku hevala Viyan bi sekna xwe bû sembola yekîtiya gelê Kurd.”

 Bandoreke pir mezin li ser jinên Başûr kir

Li ser xebatên Viyan Soran ên li nava têkoşîna azadiyê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat wiha dibêje; “Heval Viyan li Başûr demêke dirêj xebat kir û bandoreke pir mezin li ser jinên Başûr kir. Lêgerînên wên yên li nava têkoşîna azadiyê de pir xurt bûn. Li hemberî sîstema dagirker, xwedî sekneke pir rûmet, îrade, coş û bi moral bû. Vê seknê bandoreke mezin li ser civak û jinên Başûr kir. Di nava rêxistinê de pir xebitî. Li Rojhilatê Kurdistanê jî xebitî, li herêmên parastinê li nava refên YJA STAR’ê xebitî û  xebatên siyasî û civakî jî meşandin. Di komîteya avakirina PKK’ê de cih girt û demekê jî em bi hev re xebitîn. Li hemberî tesfiyekarên di nava PKK’ê de bû û têkoşîneke xurt meşand. Xwedî pîvanên azadiyê bû. Ez dikarim bêjim ku bi Rêber APO re hevaltiyeke pir xurt dikir. Şehadeta wê jî vê rastiyê radixe pêş çavan. Dema ku li ser Rêber APO komplo hebû hêzên komploger dixwestin Serokê me bi jehr bikin û di şexsê Rêber APO de PKK tesfiye bikin. Çalakiya heval Viyan di heman demê de hişyariyek bû ji bo tevgerê me.”

 ‘Dixwest ji bo Kurdistana mezin bibe pêşeng’

 Hozat destnîşan kir, ku Viyan Soran di nîqaşên xwe de her tim bal dikişand ser yekîtiya Kurdan û got: “Hêzbûna Kurdan, azadiya Kurdan bi yekîtiya Kurdan mîsoger dibe. Ji ber vê jî pêwîst e Kurd yekser yekîtiya xwe çêbikin. Viyan bi xwe jî li ser yêkîtiya Kurdan pir xebitî. Dema ku li Başûr bû digot; ‘Pêwîste ez bibim sembola yekîtiya Kurdan. Pêwîste ez  biçim Bakur ji ber Bakur jêdera têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan e. Pêwîste ez biçim êşa gelê Bakur bi xwe bibînim û ji dil hîs bikim, xizmeta gelê Bakur jî bikim’. Ji ber ku pir israr kir, derbasî xebatê YJA-STAR bû. Heval Viyan dixwest ji bo Kurdistana mezin bibe pêşenga yekîtiya Kurdan. Ev pir gîrîng e. Pêwîste em hemû xwesteka heval Viyan pêk bînin.”