Li gorî agahiyên Xalit Îsa dayî di civînê de li ser mijarên wekî “pirojeya Kurdan a ji bo Sûriyeya siberojê û beşdarbûna wan li civînên Cenevreyê” hat rawestîn.

Nûnerê PYD`ê da zanîn ku nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava ku karibû bi beşdariya hemû pêkhateyan aramî û ewlekariyê li herêmê pêk bîne, îsbat kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikarin bi hev re bijîn. Her wiha ev nimûne jî dikare li hemû deverên Sûriyeyê belav bibe da ku Federaliya Demokratîk di çarçoveya yekbûna welat de pêk were.


Lavrov: Divê PYD li Cinêvê hebe

Li gorî agahiyên ku Xalit Îsa dane, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov jî di hevdîtinê de diyar kir ku beşdarbûna PYD`ê li Cenevre gelekî girîng e û got: “Ev partî xwedî hêzeke leşkerî û siyasî ye, lewma nikare ji hevdîtinan bê dûrxistin”.

Lavrov sedema beşdarnekirina Kurdan xistiye stûyê Tirkiyeyê û gotiye: “Tirkiye qebûl nedikir û her dem digot, eger PYD beşdar bibe, ew ê nehêle şandeya Riyadê tevlî civînan bibe. Lê xuya bû ku bi dûrxistina PYD`ê re jî şandeya Riyadê dîsa di hevdîtinan de tu cidiyetek nîşan neda”.

Di dawiyê de jî Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyeyê ji bo vegerandina cenazeyê fermandarê Rûs Aleksandr Prohorenko spasiya PYD`ê kir.

Li aliyê din îro di saziyên çapemeniyê de li ser hevdîtina heyata MSD´ê ya payebilind li Qesra Spî bi rayedarên DYE´yê re nûçe hatin belavkirin. Di nûçeyan de derbarê naverokê agahiyên berfereh nehatin dayîn, lê hat gotin, li ser sîstema federaliya Demokratîk û derbarê pêdiviya operasyona eskerî ya Reqayê de mitaela hatine kirin. 


 VIYANA