Di dîroka hişmendiya mirovaniyê de du cureyê serketinê hene; yek serketina bi derewan e, yek jî serketina ideolojîk. Ya yekemîn li ser bingeha derewan çêdibe, ya duyemîn jî li dijî antîtezan.
Her operasyona leşkerî jî li gorî sê şertan têne dest pê kirin: Hedef, armanc û veger. Hedef gihiştin e, armanc serketin e, xala sêyemîn û taktîkî, zû paş de veger e. Ne wek operasyona ZAP’ê, ku hêzên Artêşa Tirk, postal û parkeyên xwe li pey xwe hiştin û reviyan. Naa, ez behse bi xwe vegerê dikim.
Helbet mijara me dagirkeriya Cerablûsê ye, lê mijar giring e, lewra emê dasa xwe hinekî fereh biavêjin.
Di dîroka Osmaniyan de hişmendî û hewngîrî felaket e. Ev mîrateya felekaetê di dîroka Komara Tirkiyê de herûher heye. Di Osmaniyan de zanayên mezin derneketin; ji bilî Suud Çelebî yê Kurd. Di Komara Tirkiyê de jî, -mixabin- zanayên wek “Çaqelên Faragus” derketine holê. Teva li hemberî darbekarên serketî, daw û delingan maç dikin. Çînekî taybet, bende-biadîst!..
Di dema Osmaniyan de pêdivî bi hişmendiyê nebû, her tişt li gorî Qur’an, şerîat û fetwa dihate rêvebirin. Îro jî, her tişt li gorî gotina Pat-î Erdogan tê rêvebirin.
Vêce: Doh bû artêşa Tirk bi tanq û topan, bi leşker û koma çeteyên OSO xaka Sûriye dagir kir. Di gotinê de hedef Cerablûs bû; di rastiyê de hedef PYD, Şoreşa Rojava û destketiyên gelê Kurd bû.
Li gorî starejiya leşkerî: xalên yek û du pêk hatin û Cerablûs hate dagir kirin. Çeteyên OSO jî li kolanên Cerablûsê cirîd avêtin. Çeteyên DAIŞ’ê ku di nava sê saetan de, 30 hezar leşkerên Artêşa Iraqê, bi çekên konvansiyonel pêçayî têk birin, Mûsil dagir kirin. Ji aliyekî Iraqê dest pê kirin di aliyê din yê Sûriye re derketin, lêêêê li Cerablûsê, li dijî hêzên Artêşa Tirk û çeteyên OSO, yek fişek jî ne teqand. Gelo ev ne manîdar e!...
Xala sêyemîn, hêzên Artêşa Tirk paş de venegeriya. Ji bilî vegerê, 10 tanqên din jî şandin Cerablûsê.
Ev jî dide xuyakirin ku, armanca operasyonê cûda ye. Zewatên li dora laytmotîf reîs Erdogan, gotina destpêkê ya paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê guhertin, dibêjin emê herêmê safî bikin û heremêk tempon ava bikin.
Vêce I: OSO, li Suriye ne xwedî binyatek meşrû ye. Tirkiye wê çawa Cerablûsê radestî wan bike? Seyr û balkêş e, hêza OSO IXWANÎ ne, aqaliyetek-hindikahî ne, gelên li Sûriye jî wan qebûl nakin. GeneralênTirk û serokçeteyên Ixwanî, li Cerablûsê hev himbêz kirin. Ha generalên Tirk, ha serokçete!..
Di tixubê Tirkiyê, yanî serxet û binxetê, di 910 kilometre de muxatabê Tirkiyê ne OSO ye, ne Rejîm e, ne çeteyên DAIŞ’ê ye. Li gorî hiquqê navneteweyî, siyaseta cîhanê, hiyerarşiya dîplomatîk, diyalektîka dîrokê û di RASTIYA RASTIYê de, muxatabê Tirkiyê PYD ye...
Vêce II: Ti dewlet ne xwedî maf e ku li xaka welatekî din xetên sor destnîşan bike. Tirkiye dewletek wisa ye ku, heddê xwe nizane, hiquqê navneteweyî jî nas nake. Di dagirkirina Kibrisê de jî, bi operasyonek dek û dolaban û kontrawarî nîvê Kibrisê dagir kirin. Lê 42 sal in ji teqana Kibrisê rizgar nebûn.
Du tiştên ku, civakan tehdîd dikin hene; anarşîzm û despotîzm. Her du jî li Tirkiyê hene. Her du tehdîd jî berhemê Reîs Erdogan in. Ne lîder, reîs!... Lîder, bi armanca xwe mezin dibe. Lîderê ku tixubê hêza xwe ne pîve, nizanibe heta bi ku haraket bike, nabe lîder. Dibê laytmotîf lîder. Namik Kemalê ku yek ji nijadperestê Tirkîtiyê ye, di qesîdeya xwe ya navdar de, bi gotina “dîdar-î hurriyet”, azadiyê wek çek bi kar tîne. Erdogan jî, otorîte, dagirkeriyê, wêrankirina bajar û komkujiyan, anarşîzm = faşîzmê, wek demokrasî û azadiyê bi nav dike, Kiryarên xwe jî, wek parastina demokrasî bi nav dike.
Erdogan, li Tirkiyê hurriyet tune kir, zurriyet û zaruriyet derxistiye pêş. Zurriyet malbata Erdogan e, zaruriyet jî, Mehmet Metîn-er û Melih Gokçek û hwd. in.
Operasyona li dijî PYD’ê jî, li ser bingeha zurriyetê hate kirin. Sêva sor e û îdeala Talat û Enver Paşa ye. Erdogan, dixwaze Şoreşa Rojava jî wek başûrê Kurdistanê bikê mêrg û heleza çêriya zurriyeta xwe. Faşîzm jî, kuştin e, talan û dagirkerî ye. Strîzerk û xernûfên dirrihî yên heyamên tevlîhev û kaosan e. Faşîzm hêz û çek û xwîn e; ev jî nikare bibe hakemekî adîl.
Vêce III: Bi anarşî û otorîtê, li Tirkiyê civakek zubuk, associal derketiye holê. Bûye koleyê berjewendiyan. Daxwaz û hêrsa Erdogan jî bûne qanûn. Li herêmê jî, lîderekî ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bike nîne. Tenê Apo heye, ew jî dîl e û di tecrîdê de tê girtin.
Vêce IV: Di dîroka Rojhilata Navîn de 2, di dîroka Rojhilat, Asya û Efrîqa de 4 lîder ji aliyê dijminên wan ve jî , wek ciwamêr, wek lîder, wek maqul, pêşengên qencî û başiyê, hêja û bi nirx hatine qebûl kirin. Abdullah Ocalan, Selahaddînî Eyubî, Gandhî û Mandêla!... Van lîderan bi destîniya xwe re, xwestine destîniya tevahiya mirovaniyê biguherin. Nûh jî, tevahiya mirovaniyê û lawiran vexwende kêştiya xwe. Ev yek, tê wateya ku ji bo gihiştina ronahiyê, utopya li ber xwe danîne, nijinandine, ji her çirîskê, ji her rengî, neqşek, fîgurek, nîrengiyek derxistine holê. Ev parastina rumeta mirovaniyê, dîrokê, hişmendî û nirxên mirovaniyê ye. Çar lîder jî, êş û azara civakan, ya gelan di beden û dilê xwe de hîskirine.
Vêce V: Tecrîda li Imralî jî, acz, lewazî, wek ereb dibêjin miskînî û nekûsiya Erdogan dide xuya kirin. Di her merasima ku lewlebaziyê dikê de, ji pêxember, Xweda, Qur’an, rûmet, edalet, maf û mertebeya biqasî pêxemberiyê şehadetê tîne ziman. Dibêje, dewleta islam têkildarî terorê nabe. Lê Tirkiyê kiriye dewletek kontra, çete û terorê, faşîzm daxistiye kolanan û îxracî derve dike; wek mîratzadeyê faşîstên îttîhadî û wek çawişê Xwedê yê li ser rûwê erdê haraket dike.. Ew, Xwedayê Mezin, ji bo îdeala xwe bi kar tîne û dike hevparê gunehkariya xwe.
Bi saya laytmotîf lîder Erdogan, Tirkiyê, di miqewriyek rûtîn de, bi faşîzmê re kilît bûye.