Mihemed Abdullah: “Divê asayîşa Silêmaniyê daxwaza lêborînê ji xwîna şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê bike û tavilê kesên binçavkirî berde.“

Li Silêmaniyê di 11’ê Çile de, bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakvanên medenî yên jin, kesayetên siyasî û endam û rêveberên Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û RJAK’ê li Sekoy Azad a li Parka Azadî kom bûn. Dihat plankirin ku di bîranînê de kurtefilmê ku berxwedana Cansiz vedibêje bê  nîşandan û xelata îsal ku ji bo bîranîna Cansiz tê dayîn, diyarî Leyla Gûven bikin.

Lê hêzê Asayîşa Silêmaniyê mûdexeleyî girseya gel kirin û di encamê de piraniya wan jin ku zarokên 52 kes binçav kirin. Heta niha 14 jin û zarokek hatine berdan. Yên din jî li Girtîgeha Kanî Gome tên girtin.

Guh nadin daxwazên xelkê

Hevserokê  Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah têkildarî kesên li Silêmaniyê hatine binçavkirin peyivî û got, “Divê asayîşa Silêmaniyê daxwaza lêborînê ji xwîna şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê bike.”

Mihemed Abdullah eşkere kir ku qada azadî û ramanê teng bûye û got; “Bersiva çareserkirina mijarên demokrasiyê bûye bikaranîna çekê. Guh nadin daxwazên xelkê. Em ê li ser mijarên neteweya xwe biryar bidin, ji derveyî civakê em ê destûrê ji kesekê wernagirin û em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Kerkûkê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rêhan Hemadî ve hat daxuyanî xwendin.Rêhan Hemadî êriş û bincavkirina endamên xwe û jinên çalakvan bi tundî şermezar kir û got,” Êrişên pêr ji aliyê asayîşê ve li ser endamên me û jinên çalakvan di aliyê qanûnî de li tu welatekî nîne.Di demek wiha de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye ji ber ku dijminên me kar dikin ku me parçe parçe bikin.”

Çareserî diyaloge

220 rojnameger, parlamenter çalakvanên civaka sivîl û mamostayên zanîngehê  jî bi metnekî hevpar bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku kesên ku li Parka Azadî hatine binçavkirin werin berdan.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ