Alî Narîn di sala 1992’yan de ji malbatekî welatparêz hate dinê û ji ber ku malbata wî di nava tevgera siyasî Kurd de cihê xwe digirt di temenekî biçûk de di nava siyasetê de cihê xwe girt. Narîn, hêj xwendekarê lîseyê di nava tevgera ciwanan de cihê xwe girt û berdevkiya ciwanan kir. Narîn di heman demê de bi mizûkê re jî eleqedar dibû û stranên Kurdî digotin. Piştî birayê wî tevlî PKK’ê bû di jiyana wî de riyekî ji wî dûr ne vekir. Alî Narîn piştî birayê wî çû demekê sekînî û pîştre 20 roj mayî lîsteyê biqetîne di nava pirtûkên xwe de ji dayîka xwe re nameyek hişt û tevî PKK’ê bû.
Dayîka Alî Narîn Besîle Narîn a ku gerdana ji kizvanê ya ku kurê wê jê re çêkirî û şandî sersaxî qebûl dikir, diyar kir ku kurê wê ji operasyonên bi navê “KCK’ê” yên di sala 2009’an de dest pê kirin û mirana ciwanan bi bandor bû û tevlî PKK’ê bû. Besîle Narîn, anî ziman ku ew weke malbat di nava têkoşîna siyasî de ne û wiha got: “Birayê wî yê mezin tevlî bibû. Alî kurê min ê duyemîn e tevlî dibe. Ji bo min rûmetekî mezin e. Di vê têkoşînê de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest da û kurê min jî ji van yek e. Heke tenê kurê min jiyana xwe ji dest dabû dê êşa wî cuda be lê ew têkoşîna azadiyê didin. Li aliyê din dema mirov berê xwe didê êşa wî gelek mezin e. Piştî birayê wî çû gelek bêdeng bû ji min re digot, ‘Ez dê bixwînim û bi pênûsê xwe şer bikim’ Dema min ev gotin bihîztîn ez keyfxweş bibûm. Piştî kurê min yek çû min nedixwast kurê min ê duyemîn biçe û tu dayîk jî naxwazin. Lê disa jî dema mirov berê xwe dide derve rewşekî şîdetê heye û mirovên êşan dikşînin hene. Bi hezaran kesên derve siyasetê dikin hatin girtin.” Narîn, da zanîn her tim li Tirkiyeyê nîqaşên siyaseta demokratîk û HPG’î ji çiyayan bên û tevlî siyasetê bibin dihatin kirin lê tu caran bigeha vê yekê nehate amadekirin û wiha axivî: “Heke tu Kurd bi ji te re mafê jiyanê tuneye. An mirin û an jî girtîgeh heye. Min ji zarokên xwe re got, ‘bi pênûsên xwe şer bikin’ lê çênebû. Kurê min ew êşî dîtin û ....”
‘Min rondik nebarandin, nabarînim’
Narîn, da zanîn ku agahiya pênebû kurê wê derbasî Rojava bûye û 5 roj berê agahiya jiyana xwe ji dest da girtin. Narîn, destnîşan kir ku ligel êşa jiyan negirî û îsyan nekir û wiha pê de çû: “Ev yek ji bo min rûmet e. Ez êşa xwe jî û rûmeta xwe jî dijîm. Heya yên li wir vedigerin nava siyasetê û Serok ji Îmraliyê derdikeve dê têkoşîna me bidome. Min bi tû awayî rondik nebarandin û nabarînim jî. Piştî Kurdistan ava bû ew dê wê demê rûnim û bigirîm û ew jî dê rondikên keyfxweşiyê bin. Ji bilî wê tu kes nikara min ji vê riyê vebigerîn e.”
Hevşaredarê Surê Seyîd Narîn jî diyar kir ku ji bo dayîk û bavan zarokên wan jî bi wan re têkoşînê bimeşînin rûmetekî gelek mezin e. Seydî Narîn, anî ziman ku wan navê kurê xwe ji kurê apê xwe yê demek dirêj di nav PKK’ê de cih girt Alî Pîr bi bandor bûn lêkirin û navê Dilşad jî ji ber ku hevalên wî lêkirin hilbijart.
Seydî Narîn, da zanîn ku di têkoşîna Kurdan a bi salan gelek dayîk û bavan zarokên xwe windakirin û ji wan yek jî zarokê wî ye û wiha axivî: “Bi salên dirêjin di nava vê têkoşînê de cih digirim û xwe tevlî dikim lê têrê nekir. Heke têrê kiriba îro zarokê me şehîd nediket. Heke di dema xwe de em baş aktîf biban îro ev tişt me nedijîn.” Narîn, bilêv kir ku gelek caran bi kurê xwe re sohbet dikir û ji wî re digot, “Heke rojekê tu biryara çûna çiya bidî ji min re bêje ez dê te oxir bikim” û kurê wî li Rojava jiyana xwe ji dest da xwedî wateyekî din a cuda ye û wiha pê de çû: “Kurê min di têkoşîna gelê Kurd ên ku bi salane nasnameya wî neyî de jiyana xwe ji dest da. Kurê min tevî têkoşîna azadiyê ya Rojava bû gelek watedar e. Şahdeta wî ya li Bakur bandora wê cudaye û li Rojava cuda ye. Ji bo ku parçekirina sînorên di navbera Kurdan de sed sal berê hatin danîn têkoşîna meşandin ji bo me gelek watedar e.”
DÎHA/AMED