Peyva jenosîd bi kurdî kujêrî; ji bo bi komî kuştin, ji reh û xakê qetandin, bi nijadî ve ji holê rakirinê tê bikaranîn. Kujeriyên herî hovane, herî bêwîjdan li Rojhilata Navîn pêk hatine. Bi giranî jî bi rêya fetwayên mele û şêyxulîslaman ên li ser referansên ayetên Quranê wek enfal ayet 12 hatine dayîn. Bi navê Xwedê xwîn hatiye rijandin. Bi vê ne tenê ji xwe re boneyeke xapandinê dîtine, rêya darezandin û şermezarkirinê jî dane girtin. Divê mirov carê vê pirsê ji xwe bike: Niha va çawa Xweda ye ku kuştin, serjêkirin, talan, kolekirina jinan, ruxandin û her cûre xwînxwariyê wek ferman ragihandiye mirovan? Yanî mantiqê vê çi ye?
Di dema dîroka nêz de kujeriya mezin a yekem bi fermana Omer bin Xetab a bi referansa ayetên Quranê li ser xaka Kurdistanê pêk hatiye. Di helbesta hewramî de ew dema xwînîn wiha tê vedinivîsîn: “..şardewe gewreyî gewrekan / we dîl beşîna cênî û keynekan .... / Erebên zurker kirine xapûr / je Paleyî Gîneyî ta Şarezûr…” Wê demê bi navê dîn û Allah bi hezaran jinên kurdistanî birine, hemû heyîyên kurdistaniyan talankirine, xwerû jî pirtûkxane, cihên nûranî, perwerde û zanyariyê rûxandine. Koranî û cehalet anîne.
Bi kujeriyên dema Emevî, Abasî, Selçûkî, Osmanî û Jontirkan ve ev xwînxwariya ji wehşetê wêdetir, bi navê Xwedê û ayetên Quranê xwe guhezandiye kevneşopiyekê ji hişê mirovî der û hetanê vê roja me hatiye. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku her carê bi sedhezaran kurd û kurdistanî hatine qetilkirin. Kurdên êzidî behsa 72 fermanan dikin (tev de bi destên îslaman pêkhatiye). Meleyê Cizîrî di helbesta “Tîrên Xan Şeref” de wê rewşê wiha vedinivîse: “Xwun tê teşbîhê av / Feryad û efxan sed esef.” Tê zanîn ku Yavuz Sultan Selîm, di êrişa Çaldiranê de ji sedhezarî zêdetir kurdên elewî qetil kiriye. Dewleta tirk behsa 29 serhildanan dike. Di her serhildanekê de bi hezaran heta bi deh hezaran kurd hatine qetikirin, bi giştî tere ji mîlyonî derbaz dibe. Ka hesabê van jenosîdan?
Bêguman kujeriya Ermenî û Suryanî-Asuriyan jî di nava vê kevneşopiya wehşetê de kujeriyên herî xwînîn, bêwijdan, çavsor û hovane ne. Gelên Anatolyayê jî wek gasik hatine bikaranîn.
Dema mirov li dîroka berê kujeriyê dinêre, dibîne ku kurd, ermenî, suryanî-asûrî bi hezaran salan di nava hev de jiyan e. Her çendî carna pevçûnên wan çêbûnin jî, tu car formeke jenosîdê di nava van gelan de pêknehatiye. Ev tê vê wateyê ku di felsefeya van gelan de meylên jenosîdan nîne. Lê tirk û îslamîst di her demê de bi nîyeta talan, helandin, ji cîh û war kirinê (aboriya wan li ser talanê bû) bi niyet û armancên ji holê rakirina nijadê hêriş kirine û ev xwînxwariya xwe jî di paş perdeya dîn û ayetên Quranê de veşartine. Li ser vê bingehê hin kurd, ereb, çerkez jî wek cerdevanê vê roja me bikaranîne (Alayên Hemîdiye), bi fetwayên (şêyxulîslamê Stenbolê) helalkirina mal û melalên gel û komên ne misliman, gel teşwîqî êrişkirin û talanê kirine. Ango tev de plan û programa serkarên tirk û îslamîstan e. Lê dewleta tirk bi hemû dek û dolaban dixebite ku vê sûçê xwînxwariyê li kurdan bar bike. Ji bo vê lobiya xwe ya navnetewî jî bikartîne.
Hin jenosîd li Ewropayê jî pêk hatine, lê kujêr hatin darezandin. Wek mînak serkariya Almanya hê jî tazmînatê dide cihuyan. Mixabin ku li Rojhilata Navîn rewş cuda ye. Ji ber ku ji kesî tu hesab nehat pirsîn, tu kes nehat cezakirin, kujêrî û îdolojiya kujêran ji vê wêrekî hilda û vê hovitiyê li Şengalê cardin rûyê xwe yê qirêj bi heman argumentên dînî nîşanê cihana rûreş da.
Divê êdî pêşî li “bi çavkorî bi çanda ereban ya wek dîn hatiye firotin” bawerkirinê were girtin. Ev wehşeta dema cahîliye, xarîciye û di ser wahabî û selefîstan re hatiye gihîştiye vê roja me, were mehkumkirin û cezakirin. Rastiya kitêva wan di ronahiya zanyariyê de li ber çavan were raxistin, daku cardin tiştekî wiha nebe.
Cihu, ermenî, suryanî – asuriyan kujeriya li ser gelê xwe wek jenosîd bi cihanê dan pejirandin. Ji mîlyonekê zêdetir kurd jî di jenosîdê re hatin derbaskirin, ka ma li cihanê kes behsa jenosîda li ser kurdan dike? Em kurd jî nabêjin jenosîda kurdan, em bi xwe ji bo jibîrkirinê parçe dikin û dibêjin; ya Dêrsim, Sason, Zîlan, Şengal, enfal ûwd. Na wiha nabe, divê em bibêjin jenosîda li ser kurdan û bi cihanê bidin pejirandin.
Ez di rastiya kujeriya Ermenî, Suryanî û Şengalê de kujêran, xwerû jî kujêrên bi navê dîn, ayet û kitêv hê jî wê xwînxwariya xwe didomînin, hêzên li pişt van kujeriyan bi tundî şermezar dikim. Êşa qurbaniyên wan kujeriyan ji dil parve dikim.