EGÎD EREN / STUTTGART
Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, Lecwan Munzur (Adil Sunger) û Çekdar Botan (Ruhat Tabak) hatin bibîranîn. Di Hezîrana 2016’an de di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de Lecwan Munzur û Çekdar Botan şehîd bûbûn.
Bi sedan kes di bibîranînê de amade bûn û siyasetvana Kurd Zozan Serhat li wir peyivî: “Şehîdên me rêya me ronî dikin. Em serfiraz in bi şehîdên xwe ku siberoja me ronî dikin û em li ber bibîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînin.”
Di çalakiya bîranînê de gelek malbatên şehîdan jî amade bûn. Hevalên Çekdar Botan ev merasima hanê organîze kir. Ciwanên beşdarî merasima bibîranînê bûn, T-shirtên wêneyê Çekdar li ser, li xwe kirin.
Li ser navê malbatên şehîdan, Mehmet got, ew ê malbatên şehîdan ti carî tenê nehêlin. Paşê jî siyasetvan Zozan Serhat peyivî. Wê got, li Başûrê Kurdistanê dagirkeriyeke fermî êdî heye û wiha dewam kir: “Me derbek li faşîzmê xist, niha jî divê em welatê xwe azad bikin. Em ê xewna şehîdên xwe bi cih bînin.”
Li ser navê Ciwanên Şoreşger jî Mazlum got, ew di pêvajoyekê de ne ku dikarin xwe bigihînin serketinê: “Ev bi saya serê şehîdên me çêbû. Bila qesem be, ji niha û pê ve jî em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin. Weke ciwanên li Stuttgart û hawîrdora wê, divê em xwedî li ruhê vê berxwedanê derkevin.”
Têkoşîna wan em ê dewam bikin
Dayika şehîd Lecwan, Ayten Sunger jî peyameke bi deng şand û got, “Evîna me ya nivcomayî, her roj kat dide. Ez hêza xwe ji wan dayikan werdigirim ku di vê rêyê de zarokên xwe ji dest dane. Di vê rêyê de nabe ku em tawîzan bidin.”
Bavê Şehîd Çekdar, Şukru Tabak jî got, “Em li dora têkoşîna şehîdên xwe hev bigirin û têkoşîna me ji wan dewr girtî em xurttir bikin.”