14 girtiyên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê kirin, di ketina girtîgehê de rastî lêdan û êşkenceyê hatin. 

Dewlewta Tirk 20' Tebaxê 14 girtî ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê kirin. Ev 14  girtiyên mêr di ketina girtîgeha Tarsûsê de rastî lêdanê hatin. Girtî Nurettin Erdemcî, Îsa Gultekîn û Omer Yigit jî avêtin nava hucreyên yek kesî. Birayê Fetullah Hazar ê li Girtîgeha tîpa T a Tarsûsê tê girtin, Ekrem Hazar diyar kir ku birayê wî destnîşan kiriye ku dema hatine sewqkirin rastî lêdana gardiyan û eskeran hatine. Ekrem Hazar got: "Birayê min Fetullah got 'Piştî em rastî êrîşê hatin Nurettin Erdemci, Îsa Gultekin û Omer Yîgit şandin hucreya yek kesî. Nêzî 10 roj in ku di hucreyê de ne. Li wir yekîteyek taybet a polîs û gardiyanan hatiye avakirin. Me xwest hevalên me ji hucreyan bên derxistin. Lê rayedaran got, hemû hucre tijî ne' Li girtîgehan zext pirr zêde ne. Li hemû beşan endamên FETO û DAIŞ'ê bi cih kirine." 

Hazar xwest êdî zextên li dijî girtiyan bi dawî bibin û bang li cemaweriyê kir ku her kes li hemberî van binpêkirinan hestiyar be.


 MÊRSÎN