Her çendî nexweşeya gorên komî di destê ÎHD’ya Amedê de heye, lê tenê daxwazek a raya giştî û malbatên windakiriyan hebû, ew jî jî aşkerkirina aqubeta wan bû. Ji bo ev yek aşkere bibe, berpirs li pêşberê edaletê hesabê vê yekê bidin û ji bo ve yek bibe destpêka rû bi rûbûna bi rastiyan re, hewl hatin dayin. Di vê çarçoveyê de ÎHD’ya Amedê 21’ê Îlona 2011’an de raporek têkildarê windayan û gorên komî aşkere kir. ÎHD’ê di Lijneya Giştî ya Awerte ya 16’emîn de bi girîng li ser gorên komî rawestiya.
ÎHD’ê derêbarê mijarê de di çarçoveya biryara di lijneya xwe ya giştî de hate diyarkirin ku dê ji bo lêkolînkirina gorên komî yên li herêmê weqfek bê avakirin û dê navenda weqfê jî li Amedê be. Hat diyarkirin ku biryara vê weqfê di lijneya giştî de hatiye dayin û dê li ser gorên komî yên li seranserê Tirkiyeyê bixebite. Serokê ÎHD’ya Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku ev xebat ji ber hewldanên tunekirina delîlan encameke nehatiye bidestxistin û wiha got: “Me xwest ku gorên komî di çarçoveya Protokola Mineseto ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin de bên vekirin. Ji ber ku dema gor hate vekirin, divê bi tu awayî hestî tevlihev nebin. Girîng e ku divê di dema vebûnê de delîl neyên tarîkirin. “

Divê komîsyonek were avakirin 

Bîlîcî da zanîn ku xalek din a girîng ew e ku binasnamekirina wan e û wiha got: “Nasnameya kesê ji gorê tê derxistin divê derkeve holê. Ji bo ev pêk were divê li gorî peymana navnetewî tevbigerin. Hikûmet an jî dewletê ev qebûl nekir. Me û malbata jî bi vî awayî qebûl nekir vebikin. carekê vî welatî di mijara winda û gorên komî de balkişandiye û agahdarî nehatiye kirin. bi vê re pêşniyarên me çêbûn. Teqez divê komîsyonek serbixwe bê avakirin û peywirdarkirin.” Bilîcî wiha axivî: “Ev vê baş dizanin. Nexşeya cihên gorên komî yên gerîla lê çal kirine di destê leşkera de ne. Piştî pevçûnan wêne kişandine. Dewlet cihê wan zane. Windakirin jî rêxistinên îlegal yên nava dewletê ne. Em di wê baweriyê dene ku hemû winda û gorên komî di arşîva dewletê de ne.

Delîl ji holê rakirin

Bîlîcî da zanîn ku ger gorên komî li gorî protokolên navnetewî bê vekirin dê bigihêje armanca xwe û wiha pêde çû: “Rêbaza niha eve; Gorek tê kolan hestiyan hemûyan dikin torbeyan. Malbat serî lê dide. Testa DNA tê kirin lê jiber ku tevlihev e encam nayê girtin. Delîlan winda dikin û dîsa dikin cihên din. Em vê qebûl nakin. Hewldanên me yên ku em rastiya tirkiyeyê derxînin holê encam negirt. Ev xebateke bi niyeta baş pêk tê nîne.” Bîlîcî destnîşan kir ku ev pirsgirêk ger ronî bibe dê rastiya hemû komkujiyên 30 sal berê jî derxîne holê.
Bîlîcî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji vir şûnde dê Weqf bê avakirin. Armanca wê meşandina vê xebatê ye. belkî îro komîsyona heqîqetê bê avakirin û fêdeyê jê bigire. Serlêdanên bo me tên em yên ku tespît dikin, arşîv dikin. Em amadekariyan dikin. Amadekariyên me heta encamê negire em dê bidomînin. Em ji rojeva navnetewî û Tiriyeyê dernaxin. Em bi dane û zanistî xebatan bimeşînin.”

Daneyên ÎHD'ê û tobloya heyî

Daneyên îstatîstîkî yên 21’ê îlona 2011’an ÎHD a Amedê tabloyê vedibêje. Li gorî agahiyên hatine girtin rapora ku dê heta dawiya vê salê bê temam kirin, li Amed, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bedlis, Çewlîk, Semsur, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Dersîm, Elezîz, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Dîlok, Meletî, Hatay û Rihayê bi giştî 253 gorên komî ku bi giştî 3 hezar û 248 kes têden ne heye. Di 2011’an de heta meha îlonê 29 gor hatin vekirin. 190 kes jêhatin derxistin. Lê tu encam ji bo nasnameya wan nehat girtin.
Tê texmîn kirin ku li cîhanê mîlyonek kes ji ber binpêkirinên mafan winda ne. ji bo vê li Balkanan, Iraq, Kuveyt, Şîlî, Kolombiya,Başûrêrojhilatê Asya û Bakûrê Amekarîkayê, Komîsyona Kesên Winda ya Navnetewî (ICMP) hat avakirin û li Yugoslavyaya Kevn (Bosna Hersek, Makedonya, Sırbistan, Hırvatistan, Kosova, Montenegro) ku texmîn dikir 40 hezar kes miriye, ji sedî 70 wenda dîtin. Bi hevkariya dewltan nêzî 18 hezar kes bi testa DNA yê hatin teşhîskirin û di 2005’an de bi hikûmeta Bosna Hersek re hevkarî hatkirin û Estituya Wendayan (MPI) hat vekirin. Di encama xebata van de jî di sala 1995’an de ji 8 hezar û 100 kesî, nasnameya 6 hezar û 700 kesî hat teşhîrkirin.


ÎBRAHÎM AÇIKYER / ANF/AMED