Başurê Kurdistanê weke herdû beşên Rojava û Bakur rewşeke girng u stratejîk da ye, 24 salin ji alî çend partîyên siyasî tên birêvebirin kû timî pişta xwe dane derve û xwedî siyaseteke serbixwe û demokratîk nebûne di alî rêvebirî, siyasî, aborî, rewşa niha van gotinên me pişt rast diken. Li gorê destûrê statûya Başurê Kurdistanê hîna jî di sinorê welatêkî fedralî de ye lê bi rêvebirên vê herêmê bi qasî bi bi dewleta Tirkiye û Îranê re têkelî wan hene bi qasî wî bi Rêvebirên Îraqê re têkelî wan nîne kû bi xwe şirêkê rêvebiryê navendê ne. Dema bi kirîza aborî jî rû bi rû mane partîyên desthilatdar bi taybetî jî PDK ne tenê xwe berpirsyar nedîtîye timî xwestîye berpirsyarêtî bavêjê ser navendê û timî xwestîye petrolê bi serbixwe bifroşê bê kû hatinên wî eşkere bike, lê dîsan ev kirîza aborî û qaşo serbixwe bûna aborî û firotina petorlê ji bo gotareke erzan ya netewperestî û dewletbûnê bikaranîye û gel timî bi vê gotarê xepandîye û xwe ji avakirina sistemeke demokartîk dûr xistîye, ji wê zêdetir jî bûye asteng pêşîya avabûna sistemeke demokratîk.
Şerê DAIŞê di nava sal û nîveke de lihevketîbûna vê rêvebirîyê zêdetir raxist berçavan di alîyê aborî, siyasî , rêvebirîyê, civakî û di serî de jî alî serbazî û parastinê.
Kirîza aborî, nedayîna meaşê, koçberbûna dehan hezar kes, windabûna dehan milyar dolar ji hatinên petrolê, cezakirina hûkûmeta herêmê ji alî dadgeha navnetewî li Lodonê bi nêzî 2 milyar dolar û her dawî jî bi 11 milyar di encama gilîya şirketên Îmaratê, ne paratina gel li Şengalê û anîna arteşa Tirk bi gitşî di nava 24 salên bihorî de encama zihnîyeta partîyên siyasî li Başurê Kurdistanê nîşan dide.
Piştî sala 2011 ji ber ne edaletîyê çend caran gel daketin kolanan û bi bûyerên bi xwen bi dawî bûn, dema dawî de ji ber nebûyîna meşaê carêke din mamoste daketin kolanan lê bê kû bersiva wan werê dayîn hatin tepisandin û heta li hemberê beşeke din ji partîyên nava hûkûmetê kû tevgeara Gorrane bikaranîn. Di encamê de bi îdaya kû ewlekarîya herêmê dixen tehlûke Serokê Perlemanê û 4 wezîrên Gorranê ji erkên wan hatin dûrxistin, lê weke tişeteke tûne be tevgerîyan. Ji bilî hen daxûyanî û hevdîtinên bê encam ti tiştek ji bo sererastkirina rewşê nehat kirin.
Gel bi sabir tevgerîya û ji partîyên din berpirsyartir helwêst nişan da ji ber di gel herî zêde dizanê kû destkeftên hatine bidest xistin keda ne û divê biparêzin lê gelê di ji rewşê razî ne ? meş, xwepişandin û alozîyên ji sala 2011an û şun ve bê guman nîşana bersiva, Nexêr e. Gel ji vê rewşa dûbare û nelirêtî û ne edaletîyê bêzare, lê bêzarîya gel hîna jî nehatîye rêxstin kirin.
Di encama sîyaseta van partîyên siyasî aborîya gel, keda karkeran, çadinî, jîyana komînal serûbin bûye, her kes benda meaşê ye, lê ew jî nîne. Desthiladarên herêmê dibêjin meaş nîne lê sedema wî jî nabêjin û gel jî tenê peyva nelirêtîyê dûbare dike, dizanê nelirêtî heye lê çewa û ji bo çî, nezanê.
Herêmeke dewlemend bi petrol, gaz , av û zevîyên çandinî lê piranî gel di tinebûn û xizanî de digewzê, hemû pêdivîyên rojane ji derve tên bi taybet ji Îran û Tirkiye, herêmê ji bo pêdivîya herî piçûk muhtacê derve hatîye hêştin û siyaseteke birçî kirin tê birêve birin.
Li dora partîyên desthilatdar grûpeke rantxwer û medyayeke heye kû bi pareya petrol rojane gel bi agahîyên derew û berovajîkirî bombabaran dike û tenê karî wan nûxûmandina rastîyane. Grûpeke dewlemend herdiçe dewlemend dibe û bi mijokdarîya qûtê gel jî têr nabin.
Gel ji bo vekirina fabirîkeye herî biçûk û avakirina derfetê herî kêm ya aborî gel, partîyên desthilatdar ne tenê rê naden lê ji bo her projeyeke pêşkeş bike ji bo îzinê birgirin şertê kû divê bibin şirîk diden pêşîya wan. Nava Partîyan de siyasî de grûpeke biçûn biyarê pêşî û dawî li ser hertiş diden, ev grûp sûdmendê herî mezin û di encamê de wan, gel û herkes jî zirarê mezin diken.
Di şûna gohdayîna gel, van partîyên siyasî ya desthilatdar hêzên xwe ya çekdar û qaşo asayîş ji bo tepisandina gel bikartînin, sazîya wan ya îstixbaratê ne ji bo parastina ewlekarîya netewî lê ji bo parastina grûpeke biçûk û malbatê bikartînin. Di avakirina siyseteke demokratîk de bin ketine û tevahî pişta xwe dane dagîrkeran. Bala xwe biden serokê PDK M.Barzanî dema diçe Tirkiye ji bo hevdîtinê haya kesêkî ji partîyên din nîne, ne tenê nîne piştî rojêkî bi çûyîna wî Arteşa Tirk bi hêzeke mezin tê Başurê Kurdistanê dagîr dike, ev nîşan bi tevahî binketina pêvajoya siyasî ya Başurê û partîyên desthilatdarê ye, bi taybet ya PDK. Ev rewş xwe zelalkirinê ye lê pirsa herî girng ewe kû partîyên din çi diken û sîyaseta wan çî ye, gelo hîna jî pey Kûrsî, meqam û berjewendîyên teng baz biden an jî di vê serbûn bûna herêmê de bibin xwedî siyaseteke çûda. Niha her kes dipirsê gelo alternatîf çî ye. Mamosteke zanîngeh bi navê Dr Kameran Mentik ev rewş eweke rojên pêşîya bahozeke mezin ya gohartinê dibînê. Gel hêvîya pêşengane ji bo avakirina elternatîveke nû lê wê kengê û çewa ?