Başûrê Kurdistanê piştî şikesta li Kerkûkê, di rewşeke siyasî ya gelekî dijwar de ye. Piştî ku ji tevahiya destketiyên xwe yên piştî 2003´yan geriya jî, hikûmeta Bexdayê ji ya xwe nehat xwarê. Di encamê de ji bo qeyrana siyasî bi dawî bibe, lêgerîn li Başûr rê li ber hin encaman vedikin. Doh hat ragihandin ku PDK û YNK li ser jihevdexistina pergala Serokatiya Herêma Kurdistanê li hev kirine û ev mijar wê di rûniştina roja Şemiyê ya parlamena Herêmê de were minaqeşekirin. 

Li aliyê din Serok Wezîrê Iraqê Ebadî da zanîn ku ew ne razî ye bi cemidandina encamên referandûmê û ew dixwazin ku referandûm bi temamî bê betalkirin. Li aliyê din di nava şer, hewldanên artêşa Iraqê û heşdî Şabî ên dagirkirina xaka Kurdistanê de ku rê li ber şer vedike, hin hewl danên bangên aqlî selîm jî dewam dikin.

Rûniştina 28’ê Cotmehê ya Parlamena Herêma Kurdistanê wê li ser rawestandin yan jî betalkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê be. Tê gotin ku wê desthilatdarî li ser hikûmet, parlamen û Encumena Dadweriyê dê bête parvekirin.

Dihat payîn ku doh rûniştina Parlamena Herêma Kurdistanê bi beşdariya Tevgera Gorran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê pêk bêt, lê civîn ji bo roja 28’ê Cotmehê hat bipaşvexistin.


Gorran wê beşdar bibe 

Tevgera Gorran ku ji destpêka krîza siyasî ya Başûrê Kurdistanê ve aliyê mixalefetê ye, û PDK´ê bi tevahiya derfetên xwe hewl da wê marjînal bike, timî daxwaz kir yan serokê herêmê ji nû ve bêt hilbijartin yan jî sazûmaniya wê bête hilweşandin û erkên wê li saziyên parlamen û dadweriyê bên dabeşkirin. Li ser mijara civîna parlamanê, parlamenterê Tevgera Gorran, Bêstun Fayeq got; “Em endamên parlamentoyê ne. Her dema ku me xwest em ê beşdarî civînê bibin. Lê ji ber ku mijarên civînên parlamentoyê yên derbasbûyî ne bi dilê me bûn em beşdar nebûn.”

Bêstun Fayeq wiha axivî; “Ev civîna parlamentoyê bi taybet li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em pêwîst dibînin beşdarî civînê bibin.”


Komele wê amade be 

Her wiha Serokê Koma Komeley Îslamî Kurdistan ya li Parlamena Herêma Kurdistanê, Merwan Galelî jî got; “Armanca civîna bê hîn nehatiye belavkirin, lê dema ku me armancên civînê dîtin, em ê wê demê biryara beşdariyê bidin. Ji ber ku mijareke girîng e. Bi taybet, girêdayî parvekirina desthilatdariya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.”

Merwan Gelalî got; “Di civîna parlamenê de Desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê yan tê hilweşandin yan ji tê rawestandin. Wê desthilatdarî li ser parlamen, hikûmet û Encumena Dadweriyê bête parvekirin.”

Gelalî li ser pirsa ‘Gelo li ser lihevkirin çêbûye’ jî got; “Li gorî min zêdetir lihevkirina PDK’ê û YNK’ê ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di sala 2015’an de ji aliyê parlamentoyê ve weke saziyek fermî hate erêkirin. Desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji sê kesan pêk tê. Ji Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê wî û Serokê Dîwanê pêk tê.


Şasiwar nameyek arasteyî Ebadî kir

Serokê Lîsteya Nifşê Nû, Şasiwar Ebdulwehîd nameyek arastayî Ebadî kir û got, “Hêviya me ji we ew e ku kiryar û cezayên hûn ê ji bo wan kesên ev rewş çêkirine û referandûm kirine bînin cih, nehêlin bibin qehremanên neteweyî û her wiha zerar jî negihije hemwelatiyên sivîl ên herêmê.”

Şasiwar Ebdulwehîd bi bîr xist ku li dijî referandûmêî tevgereke bi navê ji bo niha nexêr hebû û wiha dewam kir: “Ev jî ji ber dilsoziya me ya bi selametî û pêşeroja gelê me bû û ji bo parastina ezmûnên herêma Kurdistan bû. Me dizanî ku niha demeke ji bo referandûmê guncav nîne. Karên girîngtir hebûn ku diviyabû rêveberiya Kurd pêk bîne. Diviyabû beriya her tiştî bihêzkirina demokrasiyê, dadperweriyê, pêşxistina aboriyê û şefafkirina karên tên meşandin, hatibana kirin. Lê, mixabin kesî guh neda vê û em hatin sûcdarkirin.”

Şasiwar Ebdulwehîd bi hîviya xwe nameya xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvîdar in ku hûn piştgiriya pêşxistina demokrasiyê li herêmê bikin û cezayan ji vê zêdetir hişktir nekin. Divê zemîna reforma siyasî li herêmê bê hiştin û divê ji bo çareseriya pirsgirêkan qanûn esas bên girtin.”


Tenê bi betalkirina encamên referandûmê razî dibin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew ê tenê bi betalkirina encamên referandûma Herêma Kurdistanê razî bibin. 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî doh der barê serdana Ebadî ya Tehranê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Heyder Ebadî di hevdîtina xwe ya li gel Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî de ragihand ku wê tenê bi betalkirina encama referandûmê razî bibin. 


NAVENDA NÛÇEYAN




Ji Zummar heta bi Pirde şer




Li Başûrê Kurdistanê doh sibehî hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî doh ji Zumarê, Mexmûr û Pirde êrîşê çeperên pêşmerge dikin. Heta saeta amadekirina nûçeya me, li gorî agahiyên ji deverên şer, pêşmerge karîbû van êrîşan bişikîne.

Yek ji fermandarên Pêşmergeyan, Kemal Kerkûkî jî diyar kir ku di şerê li bajarokê Pirdê de 9 çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin.

Li bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê, doh saet 10:00'an di navbera hêzên Heşdî Şabî û pêşmergeyan de şer qewimî.

Kemal Kerkûkî yê li eniyên Pirdê, li ser bûyerê got; "Piştî ku hêzên Iraqê û Heşdî Şabî ber bi çeperên pêşmergeyan ve çûn, hêzên pêşmergeyan bersiveke tund da. Niha her du alî hevdu gulebaran dikin. Heta niha 9 çekdarên Heşdî Şabî hatine kuştin."

Kerkûkî diyar kir ku hêzên pêşmergeyan ji bo her rewşê amadekariyan dikin û got, pêşmerge wê rê nedin hêzên Heşdî Şabî nêzî çeperên wan bibin.