
Çîroka Koma Helebê bi hatina wan a Kobanê destpê kir. Koma hemû ji zarokên Efrîn û Kobanê bûn, hinek ji wan li Helebê hevdû dinasin û hinek ji wan jî sala 2012’an li Serêkaniyê bi hev re hevaltiyê dikin û çîroka jiyana wan bi hevdû re destpê dike. 11 ciwanên Kurd in, bi hev re fêr bûne şer li kû derê hebe biçin wê derê, bi hevalên xwe re bibin alîkar û zehmetiyê bi her kesî re parve bikin. Çavkaniya moralê her yazdeh kesan hevaltiya wan e.
Şehîd Agir Kobanê, Şehîd Rizgar Zagros, Şehîd Hozan Rojava, Şehîd Hemza Kobanê û Sîpan Efrîn hev dû li Serêkaniyê dinasin. Tecrûbeyên wan di şerê bajaran de çê dibe, piştî ku perwerdeya bîrdozî dibînin sala 2012’an ji Cizîrê bi hev re derbasî Helebê dibin, li wê derê Şehîd Xemgîn Cûdî, Şehîd Cûdî Şevîn, Şehîd Rênas Efrîn, Agîd Kobanê, Rûstem Efrîn û Agîd Efrîn dinasin. Bi hev re li hemberî rejîma Sûriyeyê, Cebhet El Nusra û komên dij Kurd ên di nava Artêşa Azad de şer dikin. Her perçeyekî Heleb dibe şahidê jiyana wan û ew kom bi tevlîbûna xwe ya şer tê naskirin. Gel baweriyê bi wan tîne û di şerê bajaran de bûne xwedî tecrûbe, civakê diparêz in.
Berê xwe didin Kobanê
Kom bi hev re derbasî Kobanê nabin. Şehîd Agir, Şehîd Hozan û Şehîd Hemza berî yên derbasî Kobanê dibin. Şehîd Cûdî Şevîn wê rojê wiha tîne bîra xwe; “Wexta em ji Efrînê derketin em gelekî bi heyecan bûn. Mîna her carê Şehîd Rizgar bîdonek xistibû destê min û pir israr dikir ez stran bêjim. Me hem rewşa Kobanê mereq dikir, hem bi heyecana dîtina hevalan dilê me lêdixist. Me sînor derbas kir, ketina lingê me xaka Kobanê û dengê fîşekan bi hev re bû yek. Me wext nedît em silav bidin hevalan, çawa rext û çek dane me, em beziyan çeperan ji bo alîkarî bidin hevalan. Carna dihate bîra em ji hev bipirsin gelo hevalên komê yên berî me hatine saxin? Me dengê hinek ji wan li ser cîhazê bêtêlê bihîst wê çaxê me fêm kir ku saxin û ji xwe me hevalê Hozan nedît û şehîd ket.”
Kom hemû berê xwe dide eniya rojhilat, hinek ji wan di tabûrekê de dimînin û hinek ji wan li tabûrên din belav dibin. Ne tenê Şehîd Agir wexta Kobanê dibînê jan bi dilê wî dikeve, rewşa Kobanê li zora hemûyan diçe. Çawa sînor qutkirine di nava fîşek û topan de mane, ji ber dijwariya êrîşan derfet nabînin ku hevalên li kêleka xwe binasin. Mîna wan behs dikir roja wan di nava xwîna birîndar û şehîdan de derbas dibû. Hişê wan hemû çûbû ser çawa bersiva çeteyan bidin û êrîşa wan bişkînin. Di wan rojên zehmet de pê nahesin wext çawa derbas dibe, tenê dixwazin bajar zû binasin û tedbîrên xwe li hemberî êrîşan bigirin.
Dibin çavkaniya moralê
Moralê Şehîd Agir kêm nabe û hertim dibêjê; “Em destûr nadin ku çete bi Kobanê şa bibin û ewê poşman bibin ku ketine Kobanê”. Şehîd Rizgar bi vê gotina xwe; “Li Kobanê wê çarenûsa çeteyan binketin be” Şehîd Agir temam dike. Gotinên Şehîd Agir û Şehîd Rizgar îfadeya ruhê komê hemûyî dikin. Ew kom ti carî li hemberî pirsgirêkan bêçare namînin, çavê wan ji êrîşa dijmin natirsê, taktîk tehlîl dikin û li gorî wê tedbîrên xwe digirtin. Karê wan ê destpêke dîwar kunkirin e, perde daleqandin û çeperên xwe saxlem kirin e. Gotina wan a yekem dibe; “çepera te ne saxlem be tu nikare şer bike, yan kesekî çepera xwe çênekê tê wateya naxwazê şer bike.”
Wexta Koma Heleb dixwaze li gorî zagona şerê bajaran tevbigerin hinek şervan wate nadin wan û vekirina perdeyan bê wate dibînin. Ew kom li milê rojhilat perdeyan li her deverê vedikin û hêdî-hêdî tedbîrên xwe li hemberî çeteyan digirin.
Şervanên ku li eniya Rojhilat mabûn û bibûn şahidê wan rojan wiha digotin; “çeteyan em di nava fîşek, top û hewanan de dihiştin, me nizanîbû em xwe biparêzin. Di derî û taqan de me bersiv dida wan, nedihat bîra me em dîwaran kunbikin an jî çeperan çêbikin. Piştî koma Helebê hatin Kobanê em fêrbûn çawa parastina xwe bikin û bersivê bidin çetan.”
Bi kê re bima, bala her kesî dikişand û xwe dixist dilê her kesî. Di nava wan de yê bêdeng Şehîd Rênas û Şehîd Agir bû, yên din dengê wan bi ser eniyê diket. Her kesî moral ji wan digirt û bawerî dida wan. Bi hevaltiya xwe dihatin naskirin û ji bo hevalên xwe jiyana xwe dixistin xeteriyê.
Yekemîn şehîdê komê Hozan Rojava
Şehîd Hozan Rojava û koma xwe li eniya rojhilat di çeperên pêş de bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê bi roj sûîqest dikirin û bi şev êrîş dikirin. Bi şev şerê şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ‘ê bi çeka RBC ê û bombeyan bû û bi roj hemû sûîqest bû. Di şeveke Cotmehê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî komê kirin, xwestin xeta parastinê ya şervanan bişkînin. Eger ew xeta parastinê hatiba şikandin rewşa Kobanê dikete xeteriyeke mezin. Hozan û koma xwe berxwedaniyeke bêhempa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didin meşandin. Çete bi awayekî veşartî êrîş dikin, hejmara wan zêde ye û dixwazin kom dev ji cihê xwe berde yan wan sax bigirin. Avahiya şervanên YPG’ê tê de ne du qet e, ew di qata jor de ne û destûr nadin ku çete têkevin avahiyê. Çend saetan bê navber pevçûn didome, dawiyê çeteyên DAIŞ‘ê mayîn dixin bin avahiyê û diteqînin. Bi teqandina avahiyê re Hozan û koma xwe şehîd dikevin.
Koma Helebê xebera şehadeta Hozan dibihîze, bi şehadeta wî bandor dibin û soza tola wî rakirine didin. Piştî ku şervanên YPG’ê li eniya rojhilat bi pêşveçûn derfetê wan çêbû ku cenazeyê şehîd Hozan û hevalên wî derxînin. Heta ku cenazeyên wan ji binê xirbe derxistin, kom her roj diçû ber wê avahiyê, li ber dîwaran rûdiniştin û li bendê bûn wê kînge cenazeyê hevalê wan were dîtin.
Şehadeta Agir, Rizgar û Rênas
Her sê berpirsyarê yekîneyê ne, li eniya rojhilat, di şertên her roj çete êrîşî wan dikir fermandartî dikirin. Ew fermandarên ku di çalakiyan de pêşengtî dikirin û çavê wan ji çeteyan nedişikest. Ne xew bi çavê wan diket ne jî di cihê xwe de disekinîn.
Lawikê Kobanê Agir Kobanê di 7’ê Mijdarê wexta diçe çalakiyê li pêşiya her kesî diçe û şehîd dikeve. Piştî ku Agir şehîd dikeve kom navê xwe dike Koma Agir û gelekî bi şehadeta wî bandor dibin. Şehîd Rizgar roja li ser Şehîd Agir ji nûçegîhanên ANHA re daxive û behsa rojên bi hev re derbas kirine dike, wê êvarê jî di pevçûnekê de şehîd dikeve. Şehîd Hemza wî radike ser milê xwe û direvînê nexweşxanê. Kom hemû dizane Rizgar birîndar bûye, lê belê rojek li ser şehadeta wî derbas nabe agahî digirin ku Rizgar şehîd ketiye. Şehîd Cûdî li ser Şehîd Rizgar stran çêdike, ji ber soz dabûyî û Şehîd Xemgîn kefiya wî girtibû gel xwe.
Di êrîşa 29’ê Mijdarê li ser deriyê Mûrşîtpinarê Şehîd Xemgîn û Şehîd Rênas bi hev re ji eniya rojhilat dibezin deriyê Mûrşîtpinarê. Li derî pevçûnekî dijwar qewimî, Şehîd Rênas û Şehîd Xemgîn her tim li çepera pêş bûn. Çeteyekî xwe avêt nava şervanên YPG’ê û gule reşandin, lê belê Şehîd Rênas bi lez tevgere û ew çete birîndar kir. Ew çete çawa birîndar dibe xwe diteqînê û Şehîd Rênas bi perçeyekî biçûk li ser dilê xwe şehîd dikeve. Şehîd Xemgîn bû şahidê vê yekê û bi hewldayîneke mezin cenazeyê Şehîd Rênas ji nava pevçûnê derdixe.
Her ku yek ji komê şehîd dikeve yên dîtir soza tolhildanê û rêya wê şopandinê didan. Koma Heleb mîna her car bi moral û coş bû, ji xwe re qebûlnakin ku şehadeta hevalên wan bandor li ser moralê wan bike yan jî ji karê xwe dûrbikevin. Êşa şehadeta hevalên xwe didin aliyekî dilê xwe û her tim mejiyê wan li ser şer e.
Şehadeta Xemgîn Cûdî
Şehîd Xemgîn Cûdî ji xwe bê ku ji kesekî re bibêjê sînor qutkiribûn û berê xwe dabû Kobanê. Di nava sohbetan de wiha behsa wan rojan kiriye; “Berxwedaniya Kobanê ji dûr ve şopandin pir zehmet bû. Min dibihîst hemû hevalên min derbasî Kobanê bûne, min nikarîbû ez rabikim. Ew ji dûr ve zehmetî bikşînin, biwestin û ez ne li gel wan bim, ev yek ji min re zor dihat. Min dixwest mîna her car ez li kêleka wan bim û her tiştî bi wan re parvebikim.”
Xemgîn Cûdî berxwedaniya Kobanê, êş û xweşiya wê bi hevalên xwe re parve kir, her li kêleka wan bû û li eniya Rojhilat herkesî wî dinasî. Ew berpirsyarê yekîneyê bû. Çeteyan êrişî kîjan komê kiribane yan kîjan kom çalakî kiribane ew li kêleka hevalên xwe bû. Nikarîbû di cihê xwe de bisekine û heyanî dengê fîşekan hatibane ew di cihê xwe de nedisekinî. Hêzeke wî ya balkêş hebû bi şev xew nedikir, her tim li ser lingan bû, berpirsyartiya xwe bi cih dianî.
Wî û şervanên li eniya Rojhilat diman hertim dûrbîna wan di destê wan de bû û ketibûn pêşbirgê de wê kî ala YPG’ê li ser girê Kaniya Kurdan bilind bike. Xemgîn wê rojê bi heyecan bû, rextê xwe dabû pişta xwe, rûkenî mîna her carê bi rûyê wî ketibû û li nava hevalên xwe digeriya: Mîna ku xatirê xwe yê dawiyê ji herkesî bixwaze. Komên eniya rojhilat saet heştê êvarê nava ketin tevgerê. Xemgîn Cûdî mîna her car dikeve pêş û ji lingê xwe birîndar dibe, heyanî digihîjê nexweşxanê xwînê gelekî winda dike û wî derbasî bakurê Kurdistanê dikin. Cûdî di 22’ê Çileyê de ji ber windahiya xwînê şehîd dikeve û wî derbasî warê wî Efrînê dikin.
Hemze bi şehadeta Xemgîn nehisiya
Koma Helebê dizane Xemgîn birîndar bûye, lê belê kesek nizanê şehîd ketiye. Hemû li bendê ne ku careke din vegerê eniyê. Eniya rojhilat bi pêşve diçe û nasekine, kom hem di meraqa rewşa Xemgîn Cûdî de ne, hem jî bi pêşve diçin û wext nabînin ku bîranînên xwe bînin bîra xwe. Hemû berpirsyarê koma ne û di pêşengtiya operasyonê de cihê xwe digirin.
Şehîd Hemze jî berpirsyarê komê bû û koma wî ya pêş bû, bi çeteyan re hertim ji nêz ve dikete nava pevçûnê. Ew jî mîna hevalên xwe pêhisiyabû ku Xemgîn Cûdî birîndar bûye, lê belê agahiya wî nebû ku şehîd ketiye. Hîna di mereqa gelo rewşa wî çawa ye, ew jî şeva 24’ê Çile di çalakiyê de ji serê xwe fîşek dixwe û şehîd dikeve. Xemgîn Cûdî li Efrînê û ew li Kobanê têne veşartin.
Li ser rêhevalan stran çêkirin
Her ku hevalekî komê şehîd diket Cûdî Şevîn li ser wan stran çêdikir. Ew stranvanê komê bû. Hemû hevalên komê berî ku şehîd bikevin bi Cûdî re henek dikirin û digotin ‘em şehîd bikevin tu yê li ser me stran çêbike?’ Şevîn ev yek di dilê wan de nehişt û li ser hemûyan stran çêkir û pir bi janeke mezin navê wan bi lêv dikir.
Cûdî Şevîn jî bû şopdarê wan
Şervanên eniya Rojhilat piştî ku bajarê Kobanê rizgarkirin derbasî gundan bû. Şevîn berpirsyarê taximê bû û li gundê Bexdikê diman. Cûdî bi kelecanî û coşa xwe dihate naskirin. Carnan di pevçûnên herî giran de wî stran ji komê re digot û yên din şer dikirin. Di pevçûnên herî giran de tehm ji jiyana xwe digirtin. Şevîn dîtibane moralê hevalekî wî nebaşe, nikarîbû tehemul kiribane û pir hewl dida heyanî ku moral dabane wî. Hedara komê bê Cûdî nayê û hemûyan moralê xwe ji wî digirt. Barê Cûdî gelekî giran bibû gelek hevalên wî yên komê şehîd ketibûn û sozda bû tola hemûyan rabike. Çavê Şevîn ji tiştekî natirse û li kû derê şer derketibane misoger wî ciyê xwe di nava şer de girtibane.
Piştî ku gundê Bexdikê yê Rojhilat ji milê şervanên YPG’ê ve hate rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê carekê êrîşî wî gundî û gundê derdorê kirin. Cûdî û koma xwe hemû di çembera çeteyan de man, li ber xwe dan û ji gund derneketin. Çete bi hemû çekên giran êrîşî wan kirin, lê belê wan li ber xwe da. Şevîn di pevçûnê de du fîşekan dixwe û hevalên wî, wî bi lezgînî tînin bajar û hîna negihîştiye bajar şehîd dikeve.
Dîroka Kobanê bi xwîna xwe nivîsandin
Koma Helebê yek bi yek dibin nivîskarê dîrok û pêşeroja Kobanê, bi xwîna wan şitlên berxwedaniyê li cihê şehîd ketine wê hêdî-hêdî şîn bibin, hemû şervanên wan dinasin wê şitlên bi xwîna wan mezin bibin av bidin û di dilê xwe de mezin bikin.
Ji koma Helebê Sîpan Efrîn, Têkoşer Efrîn û Egîd Kobanê mane, hevalên wan ên şehîd ji bîra wan naçin. Her gaveke ku diavêjin hevalên xwe tînin bîra xwe û bi ruhê wan têdikoşin.