Li Hambûrgê çalakiya Hefteya Lehengiyê hat lidarxistin. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Hambûrgê de, ji bo şervanê YPG’ê yê li Rojava jiyana xwe ji dest da Dile Kobanê yê Ereb, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PKHÊ) bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek weşand. Di peyama PKHÊ de hat gotin, “Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê îro li Şengal, Kobanê, rojhilat û bakurê welêt bi hezaran Mazlûm û Egîd afirandiye.
Îro li çeperan şagirtên Mazlûm û Egîdan bi awazên Mehmet Tûnç, agirê berxwedanê gur kirine. Em wek PHKÊ Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî hemû lehengên Kurdistanê bibîr tînin. Em ê şopdarên lehengên xwe bin! Ew rêya me ronî dikin. Bi vê munasebetê em berxwedana Şengal, Federasyona Rojava û Xwerêveberiya li Bakur silav dikin.”
ANF/HAMBÛRG