HPGʼê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Bi stratejî, tarz û taktîka dema nû gerîlayên HPG’ê hemû ji bo komploya navneteweyî biavêjin ser sergoyê dîrokê wê bi bawerî, biryardarî û ruhekî fedaî peywirên xwe bi cih bînin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) der barê salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

“Rêber Apo ji bo gelên Kurdistanê ji qirkirineke mezin rizgar bibin, têkoşîn û berxwedaneke mezin di warê îdeolojîk, felsefîk û polîtîk de nîşan daye û dide. Ji lewra jî bû hedefa hêzên komloger û berjewendîperest. Di şexsê wî de li dijî gelan 15ʼê Sibata 1999an bêbextiyeke mezin a navneteweyî hat kirin. Vê bêbextiyê 21 salan li pey xwe hiştin. Di vê salvegerê de em vê bêbextî û komployê şermezar dikin.

Rêber Apo li Îmraliyê tecrîd kiriye û li dijî vê tecrîda weke êşkenceyê bi vîneke mezin li ber xwe dide. Ew hosteyê berxwedaneke mezin a pîroz e. Di vê çarçoveyê de em wî silav dikin û dibêjin, em ê heta dawiyê pê ve girêdayî bin. Em têkoşîna gelê xwe ya li dijî komployê pîroz dikin û şehîdê pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li dora Rêbertiya me bûne dîwarekî ji agir jî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Komploya herî mezin

Gelê Kurdistanê yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, her dem serweran êrişî wan kiriye û xwestine welatê me bikin mêtingeh. Gelê me li dijî van hêzên mêtinger her dem berxwedaneke dîrokî kirine, ji ber vê jî her carê komplo li wan kirine.

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku ji komployên di dîrokê de kûrtir e, wekî fermana Kurdan a herî giran plana wê hatiye kirin. Lê ev komplo bi saya pêşdîtin û berxwedana Rêber Apo, bi saya berxwedana qehremanîya gel û tevgera me hatiye pûçkirin. Rêbertiya me li hemberî pergala êşkence û tecrîdê zincîrên fikrî û giyanî yên dîlbûnê şikandiye, paradîgmaya azadiyê pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye. Vê komploya navneteweyî ya ku gelê me jê re dibêje ‘Roja reş’ hatiye pûçkirin û di heman demê de bi parêznameyên Rêbertiya me yên li Îmraliyê rêya Tevgera Azadiyê ya Kurdan ronî kiriye û hêzeke mezin daye têkoşîna azadiyê. Bi vê nêrînê li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî gerîlayên Kurdistanê nûbûneke taktîkî û stratejîk bi dest xistiye, di her şert û mercan de bi berdêlên mezin li hemberî Komploya Navneteweyî têkoşîn gihandiye asteke girîng.

Sala 22ʼan bi fedekariyeke mezin

Di 22’emîn salvegera komployê de êdî tehemula gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelên Kurdistanê ji esareta Rêbertiyê re namaye. Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, em nikarin bibêjin ku komploya navneteweyî têk çûye û wê gelê me jî azad nebe. Armanca sereke ya gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê ew e ku bi serdema têkoşîna nû wê xwe ji bûyerên dîrokî re amade bike.

Bi stratejî, tarz û taktîka dema nû gerîlayên HPG’ê hemû ji bo komploya navneteweyî biavêjin ser sergo wê bi bawerî, biryardarî û ruhekî fedaî peywirên xwe bi cih bînin. Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em dixwazin bibêjin ku têkoşîna me ya li dijî Komploya Navneteweyî wê di salvegera wê ya 22’emîn de were geşkirin û ji bo têkbirina vê xeta komployê jî em ê bi fedakariyeke mezin peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

 

 ANF/BEHDÎNAN