Dem; dema Newrozê, dema jiyan û coşa jiyanê, dema nûvejîn û xweşikiyê, dema dostanî û aştiyê ye. Mirov dixwaze li ser bedewiyê, giyan û evîna nazenîniya kulîlkê, şîrîniya dergûş û çelikên hêlînan binivisîne. Lê darê zulm û kotekên dagirkerên dehaqî rê nadin.
Bingehê Newrozê çi ye, yan jî ev roj bi aliyê kê ve û çawa hatiye îlankirin, pirr ne girîng e. Aliyê wê yê herî bi wate û pîroz giyana wê ya berxwedanê, li hemberê zulm û zordestiyê wek pêngaveke serkeftî rawestanê ye. Ev aliyê wê xwe bi cihanê daye pejirandin. Dema mirov di vê çarçoveyê de li Newrozê binêre, dikane bigihîje rastiya lehiya vê diyardeyê.

Di xwezayê de Newroz

Gava mirov li rewşa xwezayê dinêre, dibîne ku şerê di navbera serma û seqema zivistanê û germahiya nûvejînê de li pey meha Reşemeha wêran, ango bi destpêka bihara rengîn re dikeve pêvajoyeke gelek tund û krîtîk. Lê bi Newrozê re germahî, başî bi ser dikeve û serma xwe berbi nîvkada başûr û Cemsarê dikişîne.
Jiyana di dawiya payîzê de êdî bêhêz dibe, taqet lê namîne, dikeve xewa hêz civandinê û di bin qeşaya zemheriyê de ditevize. Bi Newroza pîroz, bi pelvedana berfînan re dibe cemre, nûvejîn û vîzyoneke nû. Bi goniyên hezar neweyî seranserê nîvkada cihanê dixemilîne.
Her çendî dem bi dem pêlên sar û seqemê ji Sibiryaya cemsarî wek dijminê xwînin wê rêbaya xwe ya qeşayî bireşîne ser nûvejîn û jiyanê jî, dîsa jiyan û nûvejîn bi ser dikeve. Rengareng çîçek û kulîlk dibişkivin, di hêlînan de dibe şahiya awazên çêlikan, rêbayeke xweş ê ji bêhna xwezayî li welatê me û cihanê dihêwir e.

Di civaka me de Newroz

Dema em li pêvajoya pêkhatina Medan dinêrin, dibînin ku xaka welatê gûtiyan bi ax û zar dinale, li her çengeyê welêt kotek û zulm serdest e. Miravahî bê henase û azadiyê li ber fetisandinê ye. Li aliyekî dayîk xwîn digîrîn, li aliyê din xwîn cobar û çeman dadigire. Di pêvajo û kêliyeke wisa de gel di rêberiya kesayetiyekî wek Kawayê hesinkar de xwe digihêjînin vîzyon û nûvejîneke nû, qesrên dagirkeran di kesayetiya Dehaq de diruxînin, pêlên agirê azadiyê li serê hemû gir û çiyan li hemû navçe û bajaran gur dikin.
Di vê sedsala dawiyê de jî Newroz di her kêliyê de ji bo civaka me, ji bo gelê me yê bindest bû vîzyon û nûvejîn. Di Newroza 1982 yan de Kawayê hemdemî Mazlûm Dogan bi sê niftan bû roşta berxwedan û azadiyê, bû raperîneke hemdem, perdeya zulmê ya li zîndanên dijmin xwerû li Amedê ji hev tîştîş kir.
Li destpêka nodî pêtên tirîjên agirê Newrozê li Botan xwerû li Cîzîrê xwe gihan raperîna gel, pêlên wê nûvejînê, Serkariya dagirker ya demê li kuçeyên bajar û bajarokên têkbir. Hestên netewî gihand pîleya lehiya serhildanê. Dem hat pêlên vê vîzyona pîroz Zulma Demîrel, Çîler û Gureş di keleha Çankayayê de xeriqand. Ecevît jî nekanî li ber pêlên vê agirê nûvejînê raweste, ew jî di revîrên serkariya dagirker de têkçû.
Di encamê de çêlikên sentêza tirk-islam ên wek decalên kemalîzmê bi serûma Amêrîkayê li ser postê Çankayê paldan. Wan hêvî bi yekitiya zemheriya cemsara başûr û bakur ve girêdan. Dema girseyên di xewa giran de dîtin, destê NATO’yê jî pişta wan miz da, ji wan wetrê şêr in, şêrên xwediyê razeke yêzdanî, lema gotin: „Em û em, dek û dolap li me! Mele û celat ji li ba me, Sermaye û zexelî li me! Em ê bi çend şîraniyan, bixapînin wan gundiyan!“
Di vê çarçoveya cihana xwe de li kulîlkên biharê nêrîn. Hatin bi bêbextî û gazên kîmyevî, li her qadê şerek qirêj meşandin, hiqûqa şar ya navnetewî bin pê kirin. Bi deh hezaran girtin, xwastin di çilkek avê de tevahiya kulîlkên Kurdan yên xwedî îrade bifetisînin. Hêvî bi rantxwiran ve girêdan. Ketin nava xewa şikandina pîl û baskên Tevgera Azadiyê. Lê gava ditin ku tovên ketiye nav wê xaka jiyan jê dipijiqe, hê gurtir pel vedane, xwestin bi manevrayeke sextekariyê serkeftineke xeyalî biafirînin.
Xwedanê cihanên teng û di bêrîkên bîrqirêjiya şêwirmendên xwe de fetisî, nedikanîn bibînin ku her kuştin û girtinek dibe deh, deh dibin hezar, hezar dibin sedhezar, wek cemreya nûvejîna biharê bi Newrozê re xwe diguhezîne lehiya giyanên azad; barîkat û panzeran, zirx û zebaniyên zulmê wek qirşên ser avan didin birxwe û diherikin qadên Newrozê. Dek û dolabên wan, şanaziya wan a bi piştgiriya DYA di kelahên wan ên zulmê de têk dibin. Lema mêjiyê wan rawestiyaye, wisa şaş û matmayî çavên xwe digirin devê xwe vedikin. Cihan bi çavên xwe yên ji berjewendiyan korbûyî, guhên xwe jî girtibûn ku deng neçê, lê dengê gurmîn û xwişîna lehiya Newrozê, dengê dahola „Bijî Newroz!“ Ew veciniqandin.
Bijî her bijî Lehiya Newrozê!