Soran Omer ji bo qetilkirina Soran Omer got, “Qetilkirina Wedat Hisên Elî li bajarê Duhokê em hemû hejandin û em şoke bûn. Ji ber ku em wer difikirîn ku desthilatdariya Kurdî êdî piştî teror û qetilkirinên din, dest nabe kiryarek bi vî rengî. Li Herêma Kurdistanê Soran, Serdeşt û Kawe hatin qetilkirin. Mixabin qetilkirina rojanemevanan Dihok jî girt nava xwe ku ev yek jî lekeyeke reş e li ser eniya desthilatdariyê.”

 

‘Li ser rojnamevanan gefa kuştin û terorê heye’

Soran Omer wekî din da zanîn ku qetilkirineke bi vî rengî nîşan dide ku hêj desthilatdariya tirs û zextê li Herêma Kurdistanê heye û wiha peyivî: “Qetilkirina Wedat nîşan da ku li ser pîşeyê rojnamevaniyê metirsiyeke mezin heye. Li  hinek herêman gefa mirin û terorê li ser rojnamevanan heye.”

 

‘Li Herêma Kurdistanê rexnekirin ne asayî ye’

Li ser nebûna azadiya bîr û ramanê li Herêma Kurdistanê jî Omer got, “Azadiya bîr û rayê li Herêma Kurdistanê di bin gefa terorê de ye. Terorkirina rojnamevanan îsbat kir ku desthilatdariyek heye ku ger rojnamevan û ragihandin bi dilê wan nebin, wek Wedat, Soran, Serdeşt û Kawe bînin serê wan. Azadî û demokrasî bi wê nîne ku saziyên ragihandinê zêde bin, bi wê ye ku rexnekirin asayî were dîtin yan jî wek terorê neyê dîtin. Li Herêma Kurdistanê rewşek asayî nîne belkû terorkirin e.”

 

‘Neyarên rojnamevanan desthilata zalim e’

 Serokê Komisyona Mafê Mirovan di parlamentoya Herêma Kurdistanê de der barê berpirsyartiya qetilkirina nûçegihanê me de jî got, “Ji qetilkirina rojnamevanan desthilat û berpirsên ewlekariyê berpirsyar in. Ji ber ku neyarên rojnamevanan desthilata zalim e.”


‘Tewanbar neyê dîtin partiya herêmê berpirsyar e’

Soran Omer diyar kir ku ger terorek ji aliyê dewlet û desthilatdaran ve be, planên ji bo veşartina wê jî tên danîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi ti awayî senaryoyên ji bo terorkirina rojnamevanê li Duhokê wê me razî û qaneh neke. Ji ber ku malbatê jî eşkere kir ku ti pirsgirêkeke wî ya civakî nebûye. Bi du wesayîtan li taxa herî qelebalix a bajarê Duhokê ku wek bajarê herî aram tê naskirin û PDK tê de desthilatdar e, ciwanek tê revandin. Paşê êşkence lê tê kirin û davêjin cihekî. Ji bo vê jî ev teroreke siyasî ye û senaryoyên ku tê kirin jî nayên qebûlkirin. Ger tewanbar jî neyê dîtin, dîsa berpirsên ewlekariyê û partiya wê herêmê berpirsyar in." 


 ROJNEWS / SILÊMANÎ