Nexşeyên Kurdistanê
Yek ji nivîsên girîng a di kovarê de jî nivîsa Mehmet Bayrak e ku bi sernavê "Nexşeyên sedan salan ên Kurdistanê" ye. Nivîs li ser nexşeyên kesên cur bi cur ên bi sedan salan berê hatine amadekirin disekine û di van nexşeyan de çawa nexşeya Kurdistanê cih girtiye nîşan dide.
Rewşa Kirmanckî
Di kovarê de ji bilî nivîsan hevpeyvîneke jî hatiye weşandin. Urgun Tepe bi nivîskar Roşan Lezgîn re li ser rewşa kirmanckî (zazakî) hevpeyvînek kiriye ku Lezgîn dibêje: "Pirsgirêka sereke ya kirmanckî pirsgirêka têkoşîna li ser lingan mayîn e."
Di portreyên vê mehê de Murat Issi li ser Malatyali Bedri (Bedriyê ji Meletî) ku wekî rewşenbîrekî osmanî-Kurd bi nav kiriye nivîs amade kiriye.
Di kovara bi Tirkî de nivîseke jî bi Kurdî hatiye weşandin. Seîd Veroj bi sernavê "Ji dîwana Fuzûlî ber bi nasnameya wî ve" nivîsa xwe bi Kurdî pêşkêş kiriye. Her wiha Ruşen Arslan "Diyanet, Siyaset û Kurd" nivîsiye. Her wiha di kovarê de nivîsên din ên li ser dîrokê jî li benda xwendevanên xwe ne.
STENBOL