Parêzerên doza Wedat Hisên ragihandin ku lêkolîna li ser dosya Wedat Hisên dewam dike û her encameke derkeve, ew ê ji raya giştî re ragihînin.
Parêzerên dildar ên doza Wedat Hisên, girêdayî dozê doh danê sibê li ber Dadgeha Dihokê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Parêzer Dilovan Berwarî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku lêkolîna li ser dosyayê dewam dike û ew nikarin zanyariyên der barê lêkolînê de belav bikin û got, her encameke derkeve ew ê ragihînin.
Dilovan Berwarî got, ew wekî endamên Tora Parêzerên Dildar li Iraq û Herêma Kurdistanê, parastina her kesê dikin ku ji ber xwe îfadekirinê hatibe girtin.
Dilovan Berwarî bi bîr xist ku ew li tevahiya Iraqê bi giştî 150 parêzerên dildar li ser dosyayên bi vî awayî dixebitin û li ser dosya Wedat Hisên jî 15 parêzer dixebitin.
Rojnamevan û nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî 13'ê Tebaxa 2016’an li bajarê Dihokê hatibû qetilkirin. Heta niha ji li ser dosya Wedat Hisên ti kes nehatiye girtin.
DIHOK