Di pirtûkê de Faik Bulut bersiva pirsên wekî “Li cem Kurdan dîplomasî çi ye, çi nîne” dide û berhem ji bo kesên ku dîplomasiya Kurdan mereq dikin jî berhemeke girîng e. Bulut ê ku li çar parçeyên Kurdistanê lêkolîn kirin, got: “Di encamê de Konferansa Neteweyî ya Kurd wê kom bibe. Dîplomasî pêdîvî ye. Tû pêdivî bi çi dibînî divê li dora wî kom bibî. Kurd jî dê bibin yek.”

Pirtûka nivîskar Bulut ji du cildan pêk tê. Di cîlda ewil de têgehên ‘polîtîkaya hundirin û ya derve, cudatiya siyaseta derve û dîplomasiyê’ tê pênasekirin. Her wiha xwendevan ji pênasekirina dîplomasiyê heta Kongreya Viyanayê ya ku bingeha dîplomasiya Serdema Navîn e, ji wir jî heta dîpolomasiya Osmaniyan û cureyên dîpolomasiyê derdikeve rêwîtiyeke zîhnî.

Bulut di cîlda yekemîn de dîplomasiya Barzanî û Talabanî jî bi berfirehî tîne ziman di dîroka nêz de jî bandora Şerê Kendavê ya li ser dîplomasiya Barzanî û Talabanî jî bi sernavekî digire dest.


Lêkolîneke berfireh û giştî

Di beşa duyemîn de ku ji bo kesên mijarên wekî di serdema navîn de mînakên dîplomasiya Kurdan, îsyan û şerên begtiyên Kurdan, têkîliyên Kurdan bi dewletên mezin re, Kurdên Tirkiyeyê, polîtîkaya Kemalîstan a derbarê Kurdan de, dihundirîne. Di vî beşê de nivîskar hemû detayên ku têkîliyên Kurdan ên bi dewletên mezin re dide xwendevanan.

Cîlda duyemîn a pirtûkê jî ji bo kesên ku Têkoşîna Azadiya Kurdan mereq dikin, hatiye amadekirin. Di vê bergê de nivîskar dadikeve bi nêrîna Kurdên Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ya li dîplomasiyê, têkîliyên wan ên bi dewletan re, statuya wan a li Rojhilata Navîn û siyaseta şer a PKK’ê û dîplomasiya aştiyê. Dîsa dema nêz jî di pirtûkê de heye. Ji ber ku pêvajoya Oslo û bûyerên van demên dawî di siyaseta Kurdan de jî cih digirin. 


 STENBOL