Profesora antropolojiya çandî li zanîngeha Kielê û di heman demê de arkeolog Antonia Davidovic, ji bo kolanên arkeolojîk gelek caran çûye Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê û lêkolîn kirine. Li gorî Davidovic cihê Kurdistanê di cihana arkeolojîk de gelekî girîng e, lê belê ji ber ku hindik kolan û lêkolîn hatine kirin, agahiyên berdest nisbî kêm in. 


Deverên şên ên pêşî

Davidovic a ku bêhtir li ser serdema beriya dîrokê pispor e, dibêje, "Herêm ji awira arkeolojîk, deverek e ku herî zêde kela canê mirov radike li dinyayê. Lewma, li gorî agahiyên li ber destê me (nexasim li Rojava) gelek pratîkên çandî derketine holê. Cara yekê di dîroka dinyayê de deverên şên li vir peyde bûne, pê re jî elaqedar, avakirina xaniyan, çandinî, xwedîkirina sewalan, çêkirina seramîkê û paşê jî navendên pêşî ên bajarvaniyê û nivîs li vir peyde bûye.

Li gor agahiyên ber destê me, li Rojava xaniyên destpêkê ên hat avakirin 10.000 -9500 salan beriya mîladê bi sdîwarên kerpîç hatine lêkirin. li Ebû Hureyrayê, li kêleka çemê Firatê beriya mîladê bi 11.000 salan cara pêşî çandinî hatiye kirin. Lê belê heda bi 9.500 beriya mîladê wê dewam Bike ji bo ku çandinî bibe çavkaniya sereke ya dahatê. Heywanên pêşî kedîkirî jî ev in: “10.000 beriya mîladê kûçik, 8000 salan beriya mîladê bizin û hinekî paşê jî mîh. Li Rojava seramîk piştrastkirî beriya mîladê bi 6800 salan heye li ber çemê Firat û Balix ev delîl hene."


Kêm lêkolîn hatiye kirin

Davidovic jî îşaret pê dike ku li ser Rojava di warê arkeolojîk de kêm tişt tên zanîn, ji ber ku li wir heta niha pirr kên kolanên arkeolojîk hatine kirin. 

Prof. Antonia Davidovic bi bîr dixe ku sîtên arkeolojîk ên herî kevin heta niha  li Bakur û Rojhitê Kurdistanê hatine dîtin; û li Başûr heda bi van deh salên dawiyê, pirr kêm kolan hatine kirin. Lê êdî li başûr ev diguher û bi meraq li benda encaman e.

Davidovic îşaret bi wekheviyên di warê avhewa û topografîk ên di navbera Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, "Ji ber ku ev hemû beşek ji deşta Mezopotamyaya Jorîn in, îhtîmal mezin e ku bipêşketina çandî û dîrokî ya li Başûr bişibe ya li Rojava."

Vê pêvajoyê jî Davidovic, weke pêvajoya hezar salan a hêdîka bi nav dike ku bi çandinî, xwedîkirina sewalan û şênkirina deveran û pêre jî bajarvaniyê bi encam dibe û weha dewam dike: "Ev ne pêvajoyeke rast a yekalî bû, berevajî vê, pirreng e û pêvajoyên bileks jî hene. Awayên jiyanê yên berhevkirina dirix û giyayên berriyê, nêçîra heywanan demeke dirêj bi hev re dewam kiriye. Û weke mînak, nîvkoçerî şêwazê jiyana mobîl e ku heta roja me ya îro hîna jî maye.


Mirovan Kurdistan şên kir 

Davidovic îşaret bi wê yekê dike ku îro Kurd, Suryanî, Ereb û Tirkmen li Kurdistanê hene, lê piştî pêvajoyên avakirina neteweyan û pêkhatina netewe-dewletan, îro ne mumkin e mirov bibêje ka ew mirovên beriya dîrokê çi etnîsîte bûn.

Ji ber vê yekê li gor Davidovic girîng e ku dîrok bi rengê "Counterhistory (dij-dîrok)" were belgekirin bi awir û perspektîfên wan ên ku hatine nedîtîkirin, lewma ev manedartir e. 

Weke mijareke din a ku mirovî ber bi encamên zelûl ve diajo, Davidovic behsa, bi delîlên îro gihiştina encama rengê civakên berê weke nehiyerarşîk dike, lewma ew delîl dikarin destûrê bidin gelek şîroveyan û dikarin dijberê hev jî bin.


Şên bû, kuştin

Li ser projeyên ji nû ve zindîkirina mîrateyên dîrokî Yen UNESCO´yê, Antonia Davidovic behsa Keleha Hewlêrê dike. Ev Keleh bi wê navdar e ku devera herî dûvdirêj bê navbar ji aliyê mirovan ve hatiye şênkirin. Lê belê di pêvajoya projeya UNESCO´yê ya vejandinê de, xelkê deverê ji deverê kirine der. Di projeyê de cih hatiye dayînî avakirina Restoran, Qehwexane û pirtûkfiroşan ku elaqeya xwe bi şêniyên wê yên dawiyê re nîne û weha dewam dike:  "Çawa ku xuya ye, divê ev dever xîtabî xelkê dewlemend, veberhêner û tûrîstan bike, ango weha diyar e ku konsepteke neo-lîberal tê de vehewiyaye."


Sît tên parastin

Ji ber ku Davidovic beriya bi salekê çûbû Rojava, li ser pirsa ka rewşa sîtên arkeolojîk çi ye, dibêje: "Dawiya 2014´an dema çûm Rojava, ez çûm Tel-Xelef jî. Bi qasî min dît, hin guhertinên piçûk hebûn, kozikeke şer tê de hatibû vekirin. Pirr kûr nebû, lê hin kevir ji cihê xwe hatibûn lebitandin. Wekî din texrîbatên mezin darî çav nebûn. Xelkê deverê dibêjin, sîtên arkeolojîk tên parastin".


Antonia Davidovic kî ye?

Profesora Ciwan e li Zanîngeha Kielê (Elmanya) ji bo beşa antropolojiya çandê. Ew ji sala 2002´yan ve bi awayekî bi rêk û pêk çûye, Kurdistanê û nexasim jî Rojavayê Kurdistanê. Li Til Çuera (bajarekî ji hezarsala sêyemîn a beriya miladê ye, 50 kîlometroyan li rojavayê Serêkaniyê ye) 4 salan tevlî kolanên arkeolojîk bûye.

Li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê çûye serdana sîtên arkeolojîk û di nava van de Keleha Hewlêrê jî heye.


LUQMAN GULDIVÊ