MÜSLÜM ASLAN


Bersivên meraqên li pişt mijan di jiyana wan bi xwe de veşartine. Serguzeştperestên azadiyê hemû kêmasiyên di mejiyan de kamil dikin. Bêyî ku bidin hîskirin bêhizûriyên ji gelemşeyan, bê azirîn ji hev bele dikin û bi gihandina bersivan ji holê radikin. Bi serpêhatiyên xwe yên ji sebrê afirandine, mifteya fezîletên mirovî didin.

Di demên herî giran de parîkirin û parvekirin û para xwe jî ji bo fedakirinê hilandin…Gelo bi rotûşên kîjan qevzan tê afirandin, xweşikbûna xwe gihandina xeyalên dinyayê yên herî gewre. Bi parvekirineke kite kit a tinebûnê, ji rûyan kenê kêmnebûyî, çawa tên resandin xeyal li ber siya bişirînên dişibin ronkayiya agirê pîroz ê li ser çiyayan. Ew girtiyên azadiyê ne ku di nav çav çar dîwaran de xweşikbûnên gel ên dîl hatî girtin û belavkirî, li ber her êşkence, tinebûnê bi berxwedaniya xwe didin hev. Herî xweş ew xwe pênase dikin bêyî piroletiyî bi peyvên xwe yên xwezayî.

Aram, ji kehaneta agirê ji Kurdan hatiye dizîn bi peçeyên xwe mirovê stranan dide hev û bi helbestên xwe mirovê ava xweşiyê dide zemên. Bi bişirîna xwe ya ber bi sorê ve li rûspîtiya xwe li her tişta yeman bi awayekî yemantiyê biçûk bixe dinihêrî, Aram qet rojekê jî bavê xwe yê wî bi xwe berê wî bi çiyayan xistî, rûreş dernexist û her çendî diket jî dîsa radibû, didomand rêwîtiya xwe.

Pirtûka ‘Sergoven-Lênûska Aram’ behreke ku di ava wê de rûyê Aramî, zerkokiya hilatina rojê heye. Rewşa esîl a Kurdî ya 20 salan e ku di zindanan de li hember gelek serpêhatiyên agrokî her li ber xwe da ye.

Yaşar Aslan rêhevalê xwe vegotiye. Biqasî Aram natural û bi peyvên herikbar. Bi hişmendiyeke wêjeyî ya giranbuha ku biqasî vegotina rêhevalekî giran e. ‘Sergovend-Lênûska Aram’ meraqên li ser jiyana zindanan, henekên girtiyan bi zimanê wan ê xeyalî ye. Û 20 salen li pişt dîwaran e ku bişirînên bê qermiçîn ê Aram in. Di her rûpelê de xwejibîrkirin, bişirîn. Li hin cihan roniya azareke şikestî dikeve xwejibîrkirina me, li hin cihan li çiqilên binhişê me kederek dilûse pê re çavên hêsir dagirtî. Carinan bi çavekî dûkel mirov dibişire gava wan bezvanên siberojê dixwîne.

Mirov di nava êşeke qerebalix de dimîne bi tena serê xwe lê gava mirov hingadive bersivên giran, li xwe vedigere dibîne ku bi dewlemendî guheriye mirov.

Ev pirtûk rojnivîsaka 20 salên girtîgehê ye ku ewqas tarîtiya zindanê li pey xwe hişt lê di dawî de ji ber krîza dilî veqetîna ji rêhevalên xwe ye. Her rêza wê ku li xweşikbûna SORO tên erka nejibîrkirina rêhevaltiyê ye ango ji nû ve binavkirina nejibîrkirinê ye. Gava mirov digihîje rêzên dawî yên pirtûka li ser Aram, têdigihîje ku vê pirtûkê gelek tişt li hişmendiya pîrozwer a hevaltî û rêhevaltiyê zêde kirine.