DANA UMER / ROJNEWS / KERKÛK

Dewleta Tirk di 4 salên dawî de bi plan û rêbazên cuda, dixwaze dest werde Kerkûkê û rêveberiya wê bixe bin kontrola xwe. Sefîrê Tirk ê Bexdayê 2 caran çû bajêr û îdîa kir ku ev der ya kalikên wan e. Ji bilî destekdayîn û bicîhkirina komên çekdar, niha jî rêzefilman diweşînin ku heqaretê li Kurdan dikin û behsa dagirkirina Kerkûk dikin.

Piştî rûxîna rejîma Baesê, sala 2003’an bajarê Kerkûkê û navçeyên bi nakok, bûn mijara herî girîng a di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de. Ji bo çareseriya vê rewşê madeya 140 ya destûra Iraqê hat diyarkirin. Li gorî vê biryarê pêwîst bû aramî, serjimêrî û rapirsî di nava du salan de çêbûya. Lê ji ber destwerdana welatên derve ku Tirkiye yek ji wan e, ev mijar ev 15 sal in ku nehatiye çareserkirin.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ´ê êrişî Mûsilê kir û Mûsil di nava çend saetan de ket destê çeteyan. Ji ber van êrişan, hêzên Iraqê ji bajarê Kerkûk û navçeyên bi nakok vekişiyan. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê cihê wan girtin. Ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve bi kêfxweşî nehat pêşwazîkirin. Ji bo vê rayedarên dewleta Tirk her tim daxuyaniyên tund di derbarê Kerkûkê de di dan. Tirkiye di got ku ew nahêlin Kurd Kerkukê ‘dagir’ bikin.

Plana dagirkeriya Tirk

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya Tirkmenan dest werde wan navçeyan. Hertim li pey xeyala dagirkirinê ye, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniyekê de got, ew ê biçin Mûsil, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê. Bi vê gotina xwe diyar kir ku ev bajar hemû di bernameya dagirkeriya wan de ne. Tirkiye bi awayekî berçav çek û teqemenî ji bo Tirkmenan û komên terorîst şandin.

Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hêzeke eskerî li navçeya Beşîka a ser bi Mûsilê bi cih kir. Ew vê baregehê ji bo alîkariya komên terorîst yên alîgirê wan û Tirkmenan bi kar tîne.

Dewleta Tirk van hewldanan hemû ji bo xirakirina aramiya navçeyê dike. Weke mînak, 8’ê Nîsana 2018’an li gundê Humere yê navçeya Reşad ya ser bi Hewîce ku li herêma parêzgeha Kerkukê ye, di şerekî di navbera Heşda Şeebî û çeteyên DAIŞ’ê de, 5 çete hatin kuştin. Li ser yekî ji van çeteyan ala Tirkiyeyê hebû.

Tirkiye ala Kurdistanê napejirîne

Tîrmeha bihurî, endamê berê yê Parlamena Iraqê, Dawid Şiwanî gotibû, “Dewleta Tirk hêzek 500 kesî ji bo Eniya Tirkmenan ava kiriye. Tirkiye hemû mûçe û alîkariya aborî dide.”

Ji bilî vê dewleta Tirk di dema rakirina ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê de jî, bi awayekî raste rast dijayetiya xwe ya li hemberî vê biryarê da nîşan. Erdogan hingê got, “Em rakirina ala Herêma Kurdistanê li bajarê Kerkûkê napejirînin.”

Di 21’ê Tebaxa 2018’an de balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê, Fatih Yildiz çû Kerkûkê û li mizgefta Nurî got, ‘Kerkûk xaka bav û bapîrê meye.’

Nerazîbûna ji rayedarên Tirk

Siyasetmendar û mamostayê zanîngeha Kerkûkê, Dr. Yûsif Şêx Bizênî derbarê daxuyaniya balyozê Tirk de got, “Başûr ketiye bin kontrola Îran û Tirkiyeyê. Tirkiye dixwaze hê zêdetir bajar kontrol bike. Tirkiye ji bo projeyên xwe yên siyasî Tirkmenan weke amûrekê bi kar tîne.”

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Iraqê yê di fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê de Şaxewan Abdula jî got, “Tirkiye dixwaze bi rêya Tirkmenan Kerkûkê dagir bike.”

Waliyê erkdar ê xwediyê xwe

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, hêzên Iraqê dest danîn ser bajarê Kerkûkê. Cîgirê waliyê Kerkûkê Rêkan Cibûrî ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ve, weke waliyê bi wekalet ê Kerkûkê hat erkdarkirin. Pêkhateyên Kerkûkê ji karê Rêkan Cibûrî nerazî bûn, Kerkûkiyan digot, Cibûrî zeviyên Kurdan dagir dike û dide Ereban.

Cibûrî di hilbijartinên Parlamena Iraqê de, bû parlamenter. Lê hê jî sonda yasayî nexwariye. Li Kerkûkê weke waliyê bi wekalet karê xwe dewam dike.

Li ser vê mijarê parlamenterê berê yê Iraqê Dawid Şiwanî got, “Tirkiye û Erebên Sune dixwazin Cibûrî weke waliyê bi wekalet ê Kerkûkê bimîne û nebe parlamenter. Tirkiye li ser vê yekê zextê li Cibûrî dike. Herwiha hemû tazmînata ziyanên Cibûrî jî wê bide.”

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Tirk, 9’ê Kanunê Erdogan biryara vekirina 2 peymangehên ser bi zanîngeha Zanistî ya Tenduristiya Tirkiyeyê îmze kiriye. Yek ji wan wê li Kerkûkê be û ya din jî li Cerablusê.

Sûk şewitî balyoz netebitî

Di 30’ê Mijdara bihurî de balyozê Tirk Fatih Yildiz careke din çû Kerkûkê û serdana bazara Qeyserî ya şewitî kir. Fatih li wir jî got, bazara Qeyserî cihekî dîrokî yê Osmaniyan e û ew ê vê bazarê nûjen bikin. Ev jî daxuyaniyeke din a bi niyeta dagirkirina Kerkûkê bû û bû cihê nerazîbuna pêkhateyên Kerkûkê.

Dîroknas Ebdulstar Cebarî li ser vê got, “Bi ti awayî Osmaniyan ev bazar çênekiriye, Culekeyan ev bazar çêkiriye. Lê wê demê Tirkmen jî li bajêr hebûn, karê Osmaniyan tenê dagirkirin bû.”

Qanûnên navneteweyî binpê dike

Siyasetvanê Kurd Umer Hacî Elî jî got, Tirkiye dixwaze xewna împaratoriya Osmaniyan bicih bîne û wiha pêde çû: “Destwerdana dewleta Tirk ya li Iraq, Surye û Kerkukê li hemberî qanûnên navneteweyî ye. Ji aliyê dewleta Tirk ve nûkirina bazara Qeyserî ya Kerkukê, tê wateya wê yekê ku Tirkiye ti hesaban nake ji Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Rojekê dewleta Tirk hêzeke eskerî ji bo Kerkûkê çêdike, rojekê di bin navê alîkariya bazara Qeyserî de, dixwaze welatiyan bi aliyê xwe ve bikişîne. Armanca wê nefta Kerkûkê û xurtkirina Eniya Tirkmen e.”

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatîh jî got, “Dewleta Îran û Tirkiyeyê bi dewamî destwerdan di karên herêmên bi nakok de dike û piştgiriya hinek koman dikin. Serdana rayedarên Tirk a Kerkûkê beşek ji van destwerdanan e.”