Heta doh bû di destên Recep Tayyip Erdogan de lepikên hesinî hebûn, sîstema kontra dimeşand. Zimanê marca RTE jî, wek meterilyoza çeteyên DAIŞ'ê kar dikir. Bi lobiya kontra cenga cîhanê dikir.
Piştî operasyona Rusya li Suriye, Qesra marca RTE siyaseta xwe guhert. Bi gotina Selahaddîn Demirtaş, teliya li hemberî Kurdan dihejand, daxist.
Erdogan, li dijî Kurdan lepikên hesinî bikartîne, li derve jî lepikên qedîfê kirine destên xwe. Li derve siyaseta kontra terk kiriye, siyaseta lobî daye dest pê kirin. Lê pisporên Rusya dibêjin, operasyonên Rusya 'bandor li cuzdana Erdogan dike'
Di siyaseta lobî û bi lepikên qedîfê, car din siyaseta “NATO” dike pratîkê. Maxduriyetê dilîze. Ahmet Dawudoglu, vekirî got, ' Îhlalkirina tixubên Tirkiyê, êrîşa li dijî NATO ye.'
Cîhan jî zanê ku armanca Tirkiye ya sereke Kurd in.
Nivîskarê rojnameya Independent Partick Cokbourn jî dibêje, 'NATO jî ne çûkê davikê Tirkiyê ye'. Heta doh bû hevkarê DAIŞ'ê bû, îro jî baskên El Qaide, El Nusra û Ahrar-ul Şam destek dike. Tirkiyê di siyaseta Suriye de winda kir. Serokê Enstituya Rojhilat ya Rusya jî dibêje: "Bazara berhemên arkeolojîk û bazirganiya petrol, ard, genim, û bazirganiya koleyan, di ser Tirkiyê re tê kirin."
Ez agahiyeke din bidim; Îsraîl û Rusya ji bo li Suriye “Koordinasyona Ewlekariyê” ava kirin. Erodgan, ji sedema krîza aborî niha li Japonya ye. Ewropa pirraniya rastmalê xwe ji Tirkiyê kişandiye, Tirkiye û Erdogan li rastmalên nû digerin.
Divê neyê jibîr kirin, li Tirkiyê, du jinên Japonî, yek hate kuştin yek rastî destdirêjiyê hat. Japonî bi germî li Tirkiyê nanêrin.
Em vegerin hundir: Bi nêzîkatiya hilbijartinan re, mijara operasyon Rusya kirin rojevê. Şerê li dijî Kurdan û qirkirina fizîkî û siyasî, di radeya terora dewlet û kiryarên faşîzan de dimeşînin. Erdogan û AKP'ê, dixwazin şer bikin amûrê hilbijartinê, yanî bi kuştinê Kurdan ji sindoqan dûr bikin. Di şerê li dijî Kurdan de, sucên mirovahiyê dikin.
Selahaddîn Demîrtaş, berî du rojan got: “Kuştina Kurdan, kontrayên bi Qesra marca RTE û MÎT'ê ve girêdayî dikin.“ Li derve lobî û lepikên qedîfê, li hundir lepikên hesinî û kontra!.. Hiquqê ku li hemberî Don Kîşot û Sanço Pançoyên sexte, bi gotina, mirovên maqul, teva Qesra marka RTE ye.
Lê Kurd, êrîşên li ser navçeyên Warto, Licê, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Sur, Şemzînan, Geverê û hwd. jibîr nakin. Gelo cûdatiya van dorpêçanan û dorpêçana çeteyên DAIŞÊ ya Kobanê heye. Vê rastiyê di mêjî û wijdanê Kurdan de, nexşeyek çêkiriye.
Hemberî ku dibêjin „artêş“ mesafeyekê dikê navbera xwe û desthilatdariyê, Kurd bawer nakin. Êrîşên li dijî şehîdgehan „artêş“ dike. Bombardumana Şehîdgehan, bi balafir û helikopterên şer; komkujiyên li Roboskê, Zergeliyê, tanqên di kolanên Cizîr, Nisêbîn, Farqîn û Licê ji aliyê „artêşê“ ve hatine kirin. Ev jî têra gunehkariya generalên ku, ligel Erodgan û rayedarên AKP'ê, li Lahey werin darizandin, dikin.
Kurd naxapin û dijminên xwe baş nasdikin. Tecrîda giran li hemberî birêz Ocalan jî jibîr nakin û efû jî nakin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re car din Kurdên ne Kurd derxistin pêş. Kurd baş dizanin ku ew Kurdên li dora AKP'ê, gardiyan û hefrîtên li ber dergehê dojehê ne. Kurd baş dizanin ku, ew Kurd, lepikên hesînî ne û destên Erdogan de ne. Ew nikarin xwe xweşik bikin û destên xwe yên bi xwîn di lepikên qedîfê de veşêrin. Ew molekulên ku şanikên bedena Kurdan dikurisînin û dixwazin erka nû ya siyasî biafirînin.
HYDA PARKa Ingilîstanê, êdî di amurên elektronîk de rûniştiye: Bi dehhezaran kes bêyî bitirsin, rewşa kambax û têkçûna qesra marka RTE û desthilatdariya AKP'ê diqîrin.
Qesra marka RTE û desthilatdariya AKP'ê li hemberî qanunên dîrokê, dadgeha dîrokê, li hemberî hiquq û edaleta gerdûnî gunehkar in.
Kurd, nunerên îdealên demokratîk in, Qesra marka RTE û desthilatdariya AKP'ê jî, temsiliya erka despotik û kiryarên faşîzan dikin. Cîhan jî hêdî hêdî vê rastiyê dibîne û b dengekî bilind mikur tê. Ev tê wateya ku weke her faşîst û diktatorî, Erdogan û awaneyên li dora wî jî, wê di demeke nêzîk de werin darizandin.
Encam: Erdoganê ku digot, Koban, îro sibe dikeve, têk çû.
Erdoganê ku digot, piştî sê rojan ezê li Şamê nimêj bikim, têk çû.
Divê, Erdogan di 1'ê Mijdarê de jî têk biçe.