
Di hinceta lêpirsînê de wiha hate gotin: "Midûriyeta Karên Fen û Paqijiyê ji bo bixebitin 85 hep karkeran bigirin di 24.01.2011'an de dan îhalê. Piştî encama îhaleyê di 25.02.2011'an de bi firmaya îhale girt peyaman hate îmzakirin. Ji bilî peymanê di navbera Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û rayedarên firmayê de jî protokolek hate îmzakirin. Di protokolê de şertê 'Karkerên ji bo ximetê tên girtin ji bilî tirkî divê Kurdî (kurmancî û dimilkî), Suryanî, Ermenî û Erebî bizanin' cih digre."
'Ji sedî 72 Kurdî axivîn'
Di anketa li navçeya Surê hate kirin de ji sedî 72 gel bi Kurdî diaxive û biryar ji ber vê yekê hate girtin. Lê ji bo anketê wiha hate gotin: "Di anketa hate kirin de rastiya wê tune" Di hincetê de têkildarî vê yekê de wiha hate gotin: "Ev yek nayê wê wateyê ku hemû mirov bi tirkî nizanin. Di makezagona me de zimanê perwerdehiyê tirkiye. Ev yekê ji bo hemû keç û xortan mecbûriye û di dibistanên dewletê de bê pere ye."
Di biryarê de hate diyarkirin ku karker tenê kolanan paqij dikin pêdivî nîne ku bi gel re diyalogê dînin. Ji ber van sedeman der heqê Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş de li gorî madeya 10'an a makezagonê li dijî "rêgeza wekhevî" tevgeriya ye destûr lêpirsînê hate dayin.
Demîrbaş, têkildarî nûçeyên di 19'ê gulanê de di çapemeniyê de wiha gotibû: "Di anketa ji aliyê şaredariya me ve li navçeyê pêk anî, derket holê ku ji sedî 72 gel bi Kurdî û devokên kurmancî û dimilîkî di axivin. Şaredarî ji bo gel heye. Ji bo ku xizmetê ji gel re bike divê zimanê zikmakî bizanibe. Em vê yeke dikin. Gelê me bi xizmeta zimanê zikmakî kêfxweş e." n DÎHA/AMED