Li navçeya Amedê Pasûrê sala 1991’ê 7 sivîl hatibûn qetilkirin, Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk (AYM) lêpirsîna komkujiyê kêm dît û biryar da ku doz ji nû ve bê destpêkirin.

Li herêma Serê Spî ya girêdayî navçeya Çewligê Bongilanê, beriya bi 29 salan 3 gerîlayên PKK’ê şehîd bûbûn. Cenazeyên gerîlayan biribûn Pasûrê. Wexta girseyê cenaze radikir, ji Fermandariya Tabûra Pasûrê leşkeran gule li xelkê barandin. Di encamê de Mehmet Nasih Altin, Neytullah Tekîn, Hayrettîn Demîrtuyî, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Alî Mîntaş û Şahîn Tekîn hatibpn şehîdkirin.

AYMʼê têkildarî bûyera 24’ê Kanûna 1991’ê de qewimiye biryar da ku ji nûve lêpirsîn were destpêkirin.

AYM’ê biryar da ku bi boneya Dozgeriya Komarê ya Amedê piştî bûyerê bi 21 salan, lêpirsîn  daye destpêkirin, ew kêm bi rê ve biriye û li gorî xala 17’an a AYM’ê, mafê jiyanê hatiye binpêkirin. AYM’ê xwest biryara dozvenekirinê ya dozgeriyê, were rakirin.

Têkildarî komkujiyê heta sala 2005’an tiştek nehate kirin, Parêzer Nahît Eren ji bo du kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn û kesê birîndar bûyî doza tazmanetê kir.

Parêzer Nahît Eren ji bo rakirina biryara neşopandinê, miracaetî 2’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê ya Amedê kiribû û piştî ku miracaeta wî hate red kirin, wî doz biribû AYM’ê. 

 

 ENQERE