Lepzêrînê pêşî
Destana kela Dimdim û Xanê Çengzêrîn/Lepzêrîn li seranserê Kurdistanê ji bo pesndayîna eqlê xanê Kurd û xurtiya wî ya di şer de tê gotin. Li gorî navên di destanê de tên hildan, gelekî muhtemel e ku destanê ji kaniya bûyerên sedsala 17´an ava xwe vexwariye. Axir li Muzeya Louvreê a li paytexta Fransayê Parîsê, em bi ser yekemîn Xanê Lepzêrîn ve bûn.
Ev fîgurê hanê ku ji sifrê hatiye çêkirin, çawa xuya ye çîengekî wî di ava zêr dakirî maye. Lê li gorî lêkolînan dema hatî çêkirin, ev fîgurê hanê bi temamî di ava zêrdakirî bûye. Dîsa jî îro weke Xwedayê Lepzêrîn tê nasîn. Ev figur ji Sûsayê ye û ji destpêka hezarsala duyem a beriya mîladê maye. Ango qederê 4 hezar sal i dûv xwe hiştine. Li gorî cil û berg û kovika serê wî, ev xwedayê serdema Akadî ye (2340 beriya miladê heta bi 2200 beriya mîladê). Lê hin xisletên fîgur dîsa jî bi temamî yên Sûsayê ne û Elamî ne. PARÎS