Hat ragihandin ku li herêmê pevçûnên dijwar rû dide û li daristana navbera Kanîreş û Gimgimê şewat derket. Li navçeya Gimgimê Mûşê şevê din seat di 02.00’an de “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” ya li herêma Kulanê ye ji hêla balafirên şer û helîkopterên kobra ve hat bombebarankirin. Bi seatan 4 helîkopter herêmê bombebaran kir û ji ber bombebaranê li daristana navbera Gimgimê û Kanîreşê ya Çewlîkê şewat derket.
Welati çûn şehîdgehê
Koma ku ji 10-15 welatiyan pêk tê ji bo parastina şehîdgehê ber bi herêmê ve bi rê ketin ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin.Li gor agahiyên herêmê helîkopter welatî gulebaran kirin û herêm ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Leşkerên ku wesayîtên kar ên ku bi xwe re anîbûn ji bo hilweşandinê ketin hundirê şehîdgehê û dest bi hilweşandinê kirin. Dem bi dem tang herêmê topbaran dike û pevçûna li herêmê derketibû berdewam dike.
DÎHA/MÛŞ