Hate zanîn ku li gundikê Kevrêşamya yê gundê Sariksoyê navçeya Ebexa Wanê di saetên serê sibê de dema welatiyan ezê xwe deristibûn çêrê, li dervê gundik rastî gulebarana leşkeran hatin. Di gulebarandina leşkeran de welatiyê bi navê Ercan Uca (25) jiyana xwe ji dest da û Îbrahîm Ecevet û Nejdet Çîftçî jî birîndar bûn. Hate zanîn ku leşkerên Qereqola Grêsorê welatî dane ber guleyan. Uca li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û welatiyên bi navê Ecevet û Çîftçî jî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Birîndar pişt re jî sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kir. Hate zanîn ku cenazeyê Uca jî birin mora Nexweşxwaneya Dewletê ya Wanê.
WAN