Serbazê bi navê Îzzet Cural yê ku di salên 1992 û 94’an de Fermandarê Tabûra Komand a navçeya Bismila Amedê bû, tê îdiakirin ku di gelek faliyetên JÎTEM’ê de navê wî derbas dibe û bûye sedema kuştina bûyerên ‘kiryarên wan ne diyar’, cinayetan û ji ber faşîzma wî gelek welatî neçar mane ji gund û warên xwe koçber bibin. Cural ê ku behsa wî tê kirin, her wiha gelek gund şewitandiye, di sala 1990’î de li Bismilê bi hezaran welatî di îşkenceyê re derbas kiriye û kesên ku kiriye bin çavan, ew di bin çavan de winda kiriye. Heta niha der barê aqubeta cenaze û kesên hatine binçavkirin de tu agahiyên berfireh nehatine bi dest xistin.

Ev kesê ku navî wî di gelek kirinên dij mirovî re derbas dibe, beyî ku ji sûcekî bê darizandin, ji hêla Serokatiya Hereketê a Fermandariya Giştî ya Cendermeyê ve wekî Serokê Dayreyê hatiye hilbijartin.
Navê hin gundiyên di salên 1992 û 94’an de ji hêla Fermandarê Tabûra Komandoyan a Bismilê Îzzet Cural ve hatine qetilkirin wiha ne: Arap Guven, Îsmaîl Tunç, Ozeyîr Kurt, Musa Koluman, Şehmus Yuksel û Turgut Yenîsoy. Navê hin gundiyên ku ji hêla Cural ve li ber cavên gel hatine qetilkirin jî ev in: Mahmut Çakmak, Şehmus Çelîk, Cahît Ozalp, Salhattîn Akbulut û Sadik Kortak.
Piştî nûçeya welatiyên bi navê Îsmaîl Tunç û Arap Guven yên di sala 1994’an de ji hêla Tabûra Komando a Bîsmîlê ve hatin binçavkirin û li Navenda Sanayî a Bismilê bi du gerîlayên PKK’ê re di goreke komî de hatibûn definkirin, ji hêla Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ve hat dayîn, cenaze hatibûn dîtin. Dîsa welatiyê bi navê Şehmus Yuksel piştî bi îşkenceyê hat qetilkirin û li gundê Zeko yê Bismilê bombe bi bedena wî ve hat girêdan û ew teqandin, dîsa bi pêşandana nûçeyan cihê lê hatibûn definkirin hat dîtin.
Her wiha di 31’ê çileya 2011’an de dengekî ku li ser malperên înternetê hatibû belakirin û êrîşên Israîlê yên li dijî gelê Filistînê parastibû hat îdiakirin ku aydê Îzzet Cural e. Di qeyda deng a Cural de ev tişt dihat gotin: “Serokwezîrê Israîlê mirovekî kubar e, Israîl tiştên baş li Filistînê dike. Ez jî bin ez ê jî bikim.” Bi nav gotinan ketibû rojevê.

AMED