Li rojhilatê Efxanistanê, leşkerekî Efgan 5 leşker kuştin û 2 jê Emerîkî ne. 6 esker jî birîndar bûn.
Berdevkê Yekîneyên Emerîkayê yên li Efganistanê Sonny Leggett daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî bi unîformayê Efxan bi tivinga sivik li hêza leşkerî ya hevpar a Emerîka-Efxan reşand.” Berdevk diyar kir ku 2 leşkerên Emerîkî can dan û 6 jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku bûyer li wîlayeta Nangarharê qewimî. Waliyê wîlayetê Şah Mahmûd Meyakîl peyameke bi deng ji çapemeniyê re ragihand û diyar kir ku 3 leşkerên Efxan hatine kuştin.”
Berdevkê hêzên Emerîkî anî ziman ku ew niha sedema êrişê nizanin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.
NAVENDA NÛÇEYAN