Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerên Tirk ên dengê malbata Ereb bihîstin, ji bo pêşî li wan bigirin sînor derbas kirin û bi qasî sed metreyî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Leşkerên ku pira kevin a Til Xelef derbas kirin, gule li malbata ji gundê Til Xelef ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê reşandin û di encamê de jina bi navê Şuai Hisên El-Ubêd a 33 salî jiyana xwe ji dest da, Îsmaîl Mihemed Debûs jî birîndar bû.
Mihemed Debûs ê birîndar bûyer bi vî rengî ji ANF'ê re vegot: “Dema ku dengê guleyan hate min, min dewarê xwe êm dikir. Min berê xwe da deng û min dît ku leşkerên dewleta Tirk li şêniyê gundê me didin. Min xwest ez fêm bikim ka çi dibe, lê di wê navberê de yekser leşker ji ber çeka wî ji destê wî ket bi damanceya xwe du gule berdan lingê min yê rastê. Her wiha bi qûndaxa çekên di destê xwe de li ciwanekî didan û em nizanin ka çi ji wî hat.”
Her wiha li gorî kesên ku nêzî cihê bûyerê bûn, tê gotin ku yek ji leşkerên Tirk bi kesên sivîl re bi zimanê erebî diaxivî û li wan dide.
Hevserê Şuai yê bi navê Ehmed Salêh Ehmed der barê bûyerê de wiha axivî: “Em bi xwe ji gundê Til Xelef in, em 4 sal in zewicîne û zarokên me jî tune ne. Dema me xwest em sînor derbas bikin, hîn beriya em bigihên têlan me dît ku bi qasî 100 metreyî leşkerên tirk derbasî axa Rojava bûne. Di vê navberê de gule li me hatin reşandin û hevsera min ji sîngê xwe ve gule girt. Dema ku asayîşa Til Xelef xwe gihande me min nedizanî ku hevsera min jiyana xwe ji dest daye, dema min nasname jê xwest min dît hevsera min jiyana xwe ji dest daye.”
Di heman bûyerê de 4 kesên din jî winda ne û tê gotin ku ev kesên mijara gotinê di destê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirkiyeyê de ne.
Li gorî çavkaniyên herêmî navê kesên hay ji wan nîne, "Sibhî Mihemed Debûs, Faris Casim El-Cibo, Hemedî Ubêd El-Tebo û Îzzo Hisên Ubêd El-Cibo ne.
Her wiha yek ji kesên ku birîndar ketiye destê leşkerên dewleta Tirk, di nexweşxaneyê de ye û nahêlin ku tu kes derbasî gel wî bibe.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 18'ê gulanê de jî jina bi navê Saada Darwîch dema ku bi bav û 2 zarokên xwe re derbasî Tirkiyeyê dibû leşkeran li ber çavê zarokên wê ew kuştin.
Di heman şevê de zarokê bi navê Alî Ozdemîr ê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sînor derbas dikir ji aliyê leşkaran ve bi giranî hatibû birîndarkirin.
SERÊKANIYÊ