
Medhat Darwîch, anî ziman ku piştî leşkeran ew ferq kirin wan destê xwe bilind kir û bang li leşkeran kirin û ji wan re gotin ew dixwazin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin lê ligel vê yekê ji wesayîtekî zirxî gule li ser wan hatin reşandin. Medhat Darwîch da zanîn ku di encama gulebaranê de keça wî ji zikê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Medhat Darwîch, bilêv kir ku cenazeyê keça wî heya saet 23.00’an li erdê ma û ligel vê yekê leşkeran destûr neda ku cenazeyê keça xwe bigire û sînor derbas bike û leşkeran di vê mijarê de gef li wan xwarin. Darwîch destnîşan kir ku li gel gef û hişyariyên leşkeran cenazeyê keça xwe di erdê re rakêşandin û heya ber wesayîta zirxî ya leşkeran anî. Darwîch, anî ziman ku piştî hate wir bi ambulansa hat cenazeyê keça xwe û 2 neviyên xwe re hatin nexweşxaneyê.
Du neviyên wî ji ber gulebaranê û dayîka xwe ya li ber çavê wan hate qetilkirin hêj di şoqê de bûn. Cenazeyê Saada Darwîch rakirin morgê û hêj ne dozger û ne jî polîs nehatine nexweşxaneyê. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û rêveberên BDP’ê yên agahî girtin hatin nexweşxaneyê û derheqê bûyerê de agahî ji malbatê girtin.
ŞIRNEX
Ciwanekî 15 salî birîndar kirin
Di navbera Dirbêsiya bin-ser xetê de, leşkerên Tirk gule li ciwanekî 15 salî yê hewl dida ji Rojava derbasî Bakur bibe reşandin û di encamê de giran birîndar kirin. Hat diyarkirin ku ji ber gulereşandina leşkerên Tirk her du çavên ciwanê mijara gotinê rijiyane.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ciwanê 15 salî Alî Ozdemîr ê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hewl dida derbasî bajarokê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê bibe, rastî gulereşandina leşkerên Tirk hat û di encamê de giran birîndar bû.
Bavê Ozdemîr Abdullah Ozdemîr der barê bûyerê de agahî da ANF’ê û anî ziman ku kurê wî duh nîvê şevê dema hewl dida sînor derbas bike, rastî êrîşê hatiye.
Bav Ozdemîr diyar kir ku di encama gulereşandinê de her du çavên kurê wî rijiyane û hînê li xaka Rojava ye. Ozdemîr da zanîn ku kurê wî beriya 15 rojan ji bo dîtina kalkê xwe çûbû Rojava û anî ziman ku ji bo dermankirinê ew hewl didin kurê xwe bîne Qoserê.
QOSER