Li mezintirîn pêşangeha dinyayê ya bi navê Documenta ku îsal 14´emîna wê li paytexta Yewnanistanê Atîna û bajarê Elmanyayê Kasselê ku ji xwe mekanê wê yê jirêûresmê ye, li dar dikeve, ji 18´ê Nîsanê heta 16´ê Tîrmehê wê li Atînayê û ji 10´ê Hezîranê heta 17´ê Îlonê jî li Kasselê pêşangeh li her du bajarên navbirî wê vekirî be. Çav li rê ye ku di dawiyê de bi giştî milyonek kes biçe vê pêşangehê.

Di Documenta îsal de ji bilî wergera nivîseke klasîk a Bertolt Brecht a bi navê Raportek ji Akademniyê re, gelek hunermendên Kurd jî cihê xwe digirin. Yek ji van Mihemed Nakam e ku ji Başûrê Kurdistanê ye. Ew li zanîngeha Atînayê beşa hunerên ciwan dixwîne û hewl dide hunerê xwe bi pêş ve bibe. Ew her hefte tevî koma seyar a Solidarity Now Blue Dot re ji bo zarokan atolyeyan bi rê ve dibe. Hunerê wî li beşa Atînayê ya pêşangehê tên nîşandan.

Hunermend Banu Cennetoğlu jî li Documenta 14´ê amade ye. Kîmyagereke ku dibe edîtor di rojnameyeke Kurd a li Tirkiyeyê de û sala 1995´an tevlî nav refên gerîla dibe û berhema wê ya bi navê Rojnivîsên Gurbetê ya posthomus hatin weşandin ew li nava tevahiya mieletê Kurd kir yek ji nemirên nemiran e Gurbeteli Ersoz. Cennetoglu, rojnivîsên wê li ser kevir niqirandin û li Documentayê pêşan dide.

24 Îlonê jî di çarçoveya Documenta de li Atînayê bi navê “Rojava Şoreşeke Jinan e: Jineolojî weke zanista jinê” Hawzhin Azeez wê derfeta peyivînê bibîne. Ev semîner li Navenda Çandê ya Şaredariya Atînayê û Muzeya Berxwenda Dij-Dîktatorî û Demokratîk a Vassilissis Sofias pêk were. Hawzhin Azeez wê rexneyê li nihêrînên navend-ewrûpî û oriyentalîst ên li Kurdan bigire û berê xwe bide îdeolojiya azadiya jinê û zanista jineolojiyê. Hawzhin Azeez ji Başûrê Kurdistanê ye û doktora siyaset û têkiliyên navneteweyî ye, ew di heman demê de endameke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN