Heyeta HDP’ê, piştî hevdîtinên bi Partiya Keskan û SPD re, pêr bi komek ji parlamenterên Partiya Çep re jî hevdîtin kir. Ji Partiya Çep, Alîkarê Serokê Komê Tobias Pflueger, parlamenterên federal Andrej Hunko, Heike Haensel, Gokay Akbûlût, Ulla Jelpke û Diether Dehm û parlamentera eyaleta Berlînê Hêlîn Evrîm Sommer beşdarî hevdîtinê bûn.
Di heyeta HDP’ê de jî parlamenterên berê Ziya Pîr, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp, ji Nûnertiya HDP’ê ya Elmanyayê Sînan Onal û Mûhammet Kaya hebûn. Nûnerên Weqfa Rosa Luksemburgê jî tevlî hevdîtinê bûn.
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di hevdîtinê de got, siyasetvanên HDP’yî yên li sirgûnê dest bi seferberiyê kirine û got, “Greva birçîbûnê ya hevala me Leyla Guven kete roja 73’an û ev yek ji asta krîtîk û wêde ye. Êdî bi zehmetî tiştan vedixwe, nikare parêzer û hevalên xwe bibîne. Daxwaza Guven, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Heger diyalog bi Rêberê Gelê Kurd re were kirin, wê bi kêrî destpêkirina pêvajoyeke nû bê.”
BERLÎN