Çakakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 83’yan de li mala xwe ya li Amedê dewam dike. Çalakiya Nasir Yagiz a li Hewlêrê jî kete roja xwe ya 70´yî û hat zanîn ku rewşa tenduristiya wî êdî ne baş e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 82'emîn de dewam dike. Leyla Guven ji 25'ê Çile ve piştî ku hat tehliyekirin, biryar da ku çalakiya xwe li malê jî dewam bike.
HDP'ê diyar kiribû ku Leyla Guven ji serdanan gelek westiyaye û rewşa tendirustiya wê êdî nema destûrê dide ku serdanan qebûl bike. Ji ber wê jî serdanên ji bo wê li ser navê HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û KCD'yê tên qebûlkirin.
Hîna nehatiye muayenekirin
Leyla Guven wekî din hîna ji aliyê heyeteke xweser ve nehatiye muayenekirin. Parêzerên wê ji bo rewşa tendirustiya wê bi rêk û pêk bê kontrolkirin, miracaetî Odeya Bijîşkan a Amedê dabû û xwestibû ku heyeteke pispor her roj kontrola rewşa tendirûstiya wê bike. Lê Leyla Guvenê ji ber ku xwe baş hîs nekiribû, muayene qebûl nekiribû. Çav li rê ye, heyet rojên li pêşiya me kontrolên wê bi rêkûpêk bike.
Grevên birçîbûnê zêde dibin
Li aliyekî din jî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a koma yekemîn jî di roja 45’an de, ya çalakgerên li bajarê Fransayê Strasbourgê jî di roja 43'yan de, ya Îmam Şîş a li Welatê Galiyan di roja 44’an de û ya Endama Meclisa Îştar ya Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 10’an de dewam dike. Çalakiya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî ku di hepsê de ne, di roja 15’an de dewam dike.
Herî dawî hat eşkerekirin ku parlamentera Muşê ya HDP'ê ya berê, Burcu Çelîk jî ev 11 roj in ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Rewşa Nasir Yagiz giran dibe
Nasir Yagiz ê ku 70 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye jî êdî rewşa siheta wî giran dibe. Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş got, “Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome. Nasir Yagiz ev 70 roj in ku di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî giran dibe. Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan."
NAVENDA NÛÇEYAN