Ji van navan Leyla Qasim ku berî 40 salî ji aliyê rejîma Baas hat dardakirin, Şîrîn Elemhulî ku berî 4 Salan ji alî rejîma Îranê hat dardakirin du navên girîng in. Her du jinên Kurd ji ber nansname Kurdbûnê û daxwaziya jiyaneke azad hatin dardakirin. Lê hin nav jî hene tevî bedel dane jî ji ber xwedî li jiyan , têkoşîn û mirina wan nehatiye derketin, navên wan wendabûne û di rupela dîrokê da cih negiritine. Ji van navan jî Mariya Tereqî û Ferîba Ferşî ku berî 30 salî ji alî rejêma Îranê ve hatin dardakirin. Sedema dardekirina wan jî tenê daxwaziya wekheviya maf û azadiya ji bo gelan û jinan bû. Niha kesek navên wan bilêv nake. Ji ber ku tevgereke ku xwedî li wan derbikeve tune ye navê wan jî di qada siyasî da tune ne.
Van navên di dîroka Kurdan da bûn sembol, peyam û daxwziyên wan hebûn. Leyla Qasim dema wê dibin ber sêpayê îdamê dibêjê; "Hûn dikarin min bikujin lê divê hûn bizanbin ku bi kuştina min wê hezaran kes şiyar bibin û biherkin meydana xebatê."
Şîrîn Elemhûlî dema bi hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan re diben ber sepayê marşa Ey Reqîb dibêjin. Şîrîn dibêjê; "Ez weke Kurd ji dayîk bûn û ji ber Kurdbûnê êş bi min didin kişandin, ji min re dibêjin dev ji Kurdbûnê berde. Eger ez tiştekî wisa bikim xwe înkar dikim û tiştek ez bidim we nîne." Belê tiştek Şîrîn û Leyla bidin desthilatdaran û destpotan nîne, ji ber ku wan canê xwe û jiyanê xwe dane civaka xwe.
Îro yanî 13'ê Gulanê salvegera şehadeta Leyla Qasim e. Di roja bîranîna Leyla Qasim de partiya ku endama wê bû; PDK xendeq li ser sînorê Rojava-Başur dikolê, dek û dolaban li ser beşên din a Kurdistanê bi rêxstin dike. Ev kirin beriya her tiştî li dijî xeyalên Leyla Qasim e. Wê negot ji bo Başurê Kurdistanê, 'ji bo Kurdistanê' canê xwe feda dikim . Rewşa niha PDK têda ye berovajî wesiyeta Leyala Qasim e. Niha peyam û xeyala Leyla Qasim li Rojava şîn bûne. Jiyaneke azad û wekhev tê avakirin, lê ji bo fetisandina vê destkeftiyê, PDK tiştek namînê neke.
Leyla Qasim jina yekemîn a Kurd bû ku ji alî rejîma Baas ve hate dardarkirin, lê jin niha hebûna wan di civaka Başur de, di siyaset, aborî û navendên biyarê da herî qelse. Ev nîşan dide ka li Başurê Kurdistanê partiyên heyî çiqasî xwedî li bîranîn û giyana Leyla Qasim derktine!
Niha li Başurê Kurdistanê çend akademiyên jinan ji bo siyasetê bi navê Leyla Qasim hatine vekirin ? Çend peykerên bîranînê ji bo wê hatiye avakirin ? Çênd pirtukên lêkolînê li ser jiyan û têkoşîna wê hatiye nivîsandin, tend konfrans û kongre ji bo bîranîna wê hatiye organîzekirin, çi qasî peyam û daxwaziyên Leyla Qasim hatine sembolîzekirin û pêkanîn; di nava civakê, bi taybet di nava jinan de?
Lê dema Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê hatin dardakirin bû rojeva tevahî cîhanê, li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welêt çalakiyên girseyî hatin li derxistin, komel û sazî bi navên wan hatin vekirin. Wi aliyê şaîrên navdar ên Kurd, Faris û biyanî ve helbest hatin nivîsandin. Ji bo xwedî derketin li bîranînên wan pêngavên siyasî û tevgerên rêxstinî ên nû hatin avakirin. Herî dawî ji bo bîranîn û xwedî derketin li armancên wan Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê hat damezirandin. Bîranîna şehîdan li Kurdistanê êdî ne bi rengêkî kilasîk û ji rîzê ye. Ji bo bîranînên wan bi pêngavan ku tên avêtin jiyana wataya wan neye windakirin û bêmirin dibin.
Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî
Hin nav hene di dîrokê da wataya mirin û jiyanê serûbino kirin, mirin ji ber van navan wataye jiyanê dide. J ber ku bi mirin an kuştina fizîkî ji alî dagîrkeran û hêzên despot ve, civakêk ji nûve hatiye avakirin. Dîroka nû ya Kurdan tije navên ku wataya jiyanê li mirinên wan hatiye barkirin e û beranberî jiyana wan jiyana ji rêzê bûye şermek…