Hejmara 167’an a Newaya Jin bi manşeta “Leylayên qewlê wan bi rojê re, bûne çirûsk ji şoreşê re” derket.

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin, di hejmara xwe ya Sibatê de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan û bi manşeta “Leylayên qewlê wan bi rojê re, bûne çirûsk ji şoreşê re” derket.

Rojnameyê di hejmara xwe ya 167’an de daxuyaniya KJK’ê ya li ser Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ya şehîd bûyî, li manşeta jorê weşand. Di hejmara 167’an de mijarên siyaset, medya, aborî, hilbijartin, hiqûqa ceza û têkoşîn cih digirin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên, ji aliyê Parlamentera HDP’e Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate şîrovekirin. Taşdemîr bal kişand ser girîngiya xwedîderketinê û bang kir da ku her kes bibe dengê vê berxwedanê.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasbourgê nûçegihan Gulîstan Çiya Îke jî heman mijar ji rûpelên Kurdî yên rojnameyê re şîrove kir bi bîr xist, salvegera 20’an a Komploya 15’ê sibatê bi pêngava mezin a berxwedanê hatiye pêşwazîkirin.

Kêliya berberî 100 salan

Çalakgereke din a greva birçîbûnê ya li Strasbourgê Dîlek Ocalan jî serdana 23’ê Kanûna 2013’an a li Îmraliyê nirxand. Dîlek Ocalan çûyina Îmraliyê bi gotina ‘mîna kêliyekê kurt e, mîna sed salên dirêj e’ pênase kir.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, rewşa siyasî ya rojane ya li Tirkiyeyê ji rûpelên Kurdî yên rojnameyê re nirxand û bal kişand ser tifaqa faşîst a li dijî Kurdan.

Di hejmara 167’an a rojnameyê de Doçent Dr. Fatma Karakaş Dogan meseleya jinan û zarokên girtî yên li girtîgehan, nivîskar Rojda Yildirim jî meseleya Palû ku demeke di rojevê de heye, analîz kir.

Hevpeyvîna Çarçel Engîzek bi Hevberdevka Zîreetê ya Rojava, Bêrîvan Qamişlo ya li ser aboriya civakî û nêrînên endamên jin ên KNK’ê yên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd a demokratîk jî ji wan mijaran in ku vê hejmarê rojname bi wan daketiye.

 

  NAVENDA NÛÇEYAN