Li Berlînê di çarçoveya Şevên Wêjeyî de koma dansê ya Mezopotamya ji Stenbolê ji bo şevekê li paytexta Almanya bû mêvan.

Pinpînîk yek ji jîndarên herî hunerwer ya xwezayê ye. Delalî, ziravî, neqş, xeml û rakêşeriya li ser wan, di tevahiya dîroka mirovahiyê de ji bo însanan bûye çavkaniya feyzên xurt. Wêje bêyî nivîsandina wan, reqs bêyî bilêvkirina wan nehatine hûnandin. Di dawiya lîstika bi navê Leyla ya Koma Dansê ya Mezopotamyayê de ev hevok li ser hişê min ma. Leylana Pinpînikan…


Di nav janeke dijwar de têkoşîna azadiyê

Navê Koma Dansê ya Mezopotamya ji min re ne biyanî bû. Lê ev cara yekê bû ku minê bi aweyekî zindî temaşeyî wan bikira. Lîstik li ser jiyana dotmîra Kurd Leyla Bedirxan bû. Wek endamên dîtir ez jî li ser navê malbata Bedirxaniyan serwext bûm. Lê min dixwest jiyan û têkoşîna Leylayê ji nêz ve bizanim û binasim. Her wisa li koma dansê jî temaşe bikim.

Li ser dikê di bin roniyeke wek tava heyvê de jinek li erdê ye, ji rewşa wê diyar e ku di nav gelek êşên dijwar de diperpite. Ne deng, ne pêjn. Bi tenê ew fîgura li ber çavan têrî dike ku mirov ji halê wê yê xerab, baş têbigihêje. Wisa jî sê xortên din tevlî lîstikê dibin. Xort dibin sedema êş û jana jina ciwan, pê li bedena wê dikin, dor lê dipêçin, wê bê keys û bê nefes dihêlin…

Lê jina ciwan hêviya xwe ji dest nade. Li ber xwe dide. Li erdê di nav herî û xweliyê de, li ser lingan, di nav kincên hunerî de, li hewa di hevaltiya pinpînikan de…

Car bi car bextewar e, evîndar dibe. Car bi car li ser destan e, paye pê tê dayîn. Jiyaneke têkel, jiyaneke cihêreng û jiyaneke nimûne.


Tenêtî: Serkeftin an têkçûyîn?

Di dawiya lîstikê de jina ciwan yan jî Leyla Bedirxan bi tenê dimîne. Lîstikvanên mêr li dora wê nînin. Ne dijber û ne jî evîndarên wê li dora wê ne. Ew tik û tenê ye…Gelo di vir de kîjan peyam heye. Leyla gihişt armanca xwe yan jî di têkoşîna xwe de têk çû?

Navberek tê dayîn û em bi temaşanan re ku gelek kesayet ji Başûr, Bakur û heta gelek Elman jî di nav wan de ne kurtepistê dikin. Bi tevahiya ji lîstika ciwanan dilxweş in. Wan gelek serkeftî dibînin û em bi lîstikvanan re dest bi sohbetekê dikin.


Dixwazim ji cenaba Yeşîm Coşkun ( kesa ku li ser dikê giyan dida Leyla Bedirxan) pirsa “Çima Leyla Bedirxan” bikim?

Me Leyla Bedirxan bi zanebûn tercîh kir; ji bo me ew girîng bû. Ji ber ku wê di serdema pêşketina dansa modern de wek jina Kurd a yekê ev beşa hunerê hilbijartibû. Jina Kurd a yekê ye ku li Ewropa, Emerîka, Asya û Efrîkayê derketiye pêşberî temaşevanan. Li gel wê jî ew têkoşer û femînîsteke wê serdemê bû. Wisa jî Leyla ji aliyê gelek welat û derdoran ve wek Tirk, Ereb, prensesa Misrî, yan jî keybanûya Faris û ji gelên din hatiye pênasekirin, lê ew tim li dij vê yekê derketiye û nexasim nasnameya xwe ya Kurdîtiyê derxistiye pêş û gotiye: Ez Kurd im. Navên tevahiya projeyên wê bi jî Kurdî ne.


Gelo di bedenên we de hestî hene( lîstîkvanên dansê dikenin)? Tenêtî tê wateya çi? Digihîje asta xwedawendiyê an têk diçe?

Serhat Kural: Di serî de me xwest di riya serpêhatiya Leyla Bedirxan de pirsgirêka giştî ya jinê jî bînin ziman. Ji lewre jî li Kurdistanê bi hezaran Leyla hene. Her wisa me xwest ku Leyla bi serê xwe ango serbixwe bimîne. Bila hîç mêrek jî li dora wê nemîne ku di jiyana wê de çavkaniya arîşeyan bûne.

Duyemîn sedema tenêtiya Leylayê jî ev e; Leyla di jiyana rasteqîn de jî her bi serê xwe û bi tenê ma. Ev jî ji bo wê rêbaz û tercîheke serbestiyê ye. Wê bi tena serê xwe têkoşîna azadiyê heta dawiya jiyana xwe meşand. Ez di jiyana jinê de mêrî wek pirsgirêkekê dibînim. Leyla jî wisa li ber xwe da. Ji bo huner û jiyaneke azad bêyî ku pêdivî bi alîkariya mêr his bike, têkoşiya.


Gelo di rewşa niha de pêşandana hunerê ji her aliyî ve serbest e yan wekî Leyla Bedirxan tekoşînek divê?

Yeşîm Coşkun: Li welatê me îro jî pêşandana hunerê û nexasim ya dansê pirr dijwar e. Her jin hê jî bi hêsanî nikare di ser astengiyan re derbas bibe û bibe hunermend. Em di nav mercên dijwar de hunera xwe bi pêş dixin. Di bin vê zordarî û komkujiya li ser gelê me de ne hewce ye ku huner bê qedexekirin, jixwe merc û mecala hunerê jî kêm dibe. 


Gelo ev dîktatorê ku niha bûye bela li serê Kurdistan, Tirkiye û Rojhelata Navîn dibe ku rojekê hunerên bedew li Tirkiye û Kurdistanê qedexe bike?

Serhat Kural: Zext û bandoreke pirr mezin li ser me heye, li Farqînê, Cizîrê û li Nisêbînê li gelek deveran komkujiyê dikin. Helbet ev terora dewletê wê bidome, ew dikarin gelek xerabiyan bikin û heta hunerê qedexe jî bikin. Ji ber ku ramana di serê wî de û huner û zanyarî nakok in. Lê em jî parçeyek ji vê têkoşînê ne, em ê jî li ber xwe bidin.


Nimûneyek ji têkoşîna azadiya jinê 

Leyla Bedirxan sala 1809’an li Stenbolê hatiye dinê. Jineke ji malbata navdar a Kurd Bedirxaniyan e; keça Abdurrezak Bedirxan e. Ji ber ku Osmaniyan bavê wê sirgûn kir, ew bê bav mezin bû. Leylaya ku bi çanda, Osmanî, Misrî û Ewropî ve kamil bû, van hêmanan di hunera xwe de jî temsîl kirin. Di nav mercên gelekî dijwar de navê xwe li dîrokê zêde kir. Di yek ji operayên herî girîng ên cîhanê de di lîstika La Scala de rola Belqîza Melîkeya Sabayê ya wê bû. Tekane jina Kurd e ku di salên 1930’yî de li Ewropa hunera dansê pêşandiye. Leyla Bedirxan feyza xwe ji Rojhilata Navîn û Ewropayê girt û navên Kurdî li tevahiya berhemên xwe kirin. Li gel astengiya malbata wê ya li hemberî hunera wê û zextên derdorê jî têkoşîna hunera xwe dewam kir. Di vî warî de jî nimuneyeke girîng ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye.


Reqsa xwedawendên nûjen

Jineke ciwan ya bi pora reş di nav tarîtiyeke kûr de bi kincên hevrîşimî; reqsa dayîkxwedawendên serdema antîk û raza wan radixîne ber çavan. Îsîs, Nefertîtî û Belqîz.

Di serdema îro de jî ne hêsan e ku Kurd an jî endamên ji miletên bindest bi hêsanî bibin fîgurên sereke yên medya û çapameniya Ewropayê. Lê Leyla Bedirxan di Le Figaro’, Georges Mussi, Echo de Paris’, Carol Berardo, La Liberte, Pierre Wolf, La Semaine, Paris, Les Debats da Maurice İmberto, Guide Musical’de J. Baudry, Le Monde de Musical, L. Humbert û di çapemeniya welatên din yên Ewropayê de jî cih girtiye.

Gotina dawî: Leyla Bedirxan sala 1986’an li Paytexta Fransa Parîsê koça dawî kir.


Kedeke hêja û watedar  

Koma Dansê ya Mezopotamya bi kedeke hêja, karekî pir watedar kiriye. Prensesa Kurd û keybanûya hunerê piştî sed salan careke din anî rojevê. Li vir divê mirov bibêje ku mixabin heta niha jî Leyla di bin pêkutiya mêran de bû. Bi salan e, li ser malbata Bedirxaniyan lêkolîn tên kirin, roman û pexşan tên nivîsandin, lê di van de mirov pêrgî vê jina serhildêr nabe. Ew hê jî di bin sitema bira, bav, lêzim û cîhana mêrî de ye. Bi vê lîstikê ve careke din ev zincîr tên qetandin. Bawer dikim kesên li vê lîstikê temaşe bikin, dê pirtir meraqa Leylayê bikin, wê deriyên din yên lêkolînî û hunerî jî li pêşiya wê vebin.

Gava ev lîstik hate bajarê we an jî derfet çêbû bêdudilî lê temaşe bikin…Hûn ê komeke serkeftî ya nûjen, berendama texta Leylayê (Yeşîm) xeyal û leylanan bibînin…Wê pinpînikek xwe li ser dilê we deyne.


YEKO ARDIL/BERLÎN