Li gorî baweriya min di çavkaniya pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, yanî pirsgirêkên di hemû qadên jiyanê de pirsgirêka derûniyê (psikolojî) heye. Baweriya bi xwe, îrade û kesayetî tev ji derûniyê pêk tên. Derûnî sedema têkçûn û destketiyan e. Derûniya mirovên Kurd di bin dagirkeriya sedên salan de ava bûye û bandora xwe li hemû warên jiyanê dike. Bandora vê derûniyê ya herî berbiçav jî XWEXAPANDIN e.
Kesayetên ku di warê derûnî de rewşa xwe analîz nekiribin û neketibin nava hewladana sererastkirinê, di jiyana rojane de û beramberî pirsgirêk, şikestin û têkçûyinan ji bo karibin ajoyê xwe tatmîn bikin, destê xwe li rêbaza xwexapandinê vedimalin. Xwexapandin jî dibe sedema neguherîn-dogmatîzm, tinebûna rexne, rexnedayinê, tinebûna guman û lêpirsîna derbarê polîtîkayên ‘rêveber-lîder’ yan jî tevgeran de. Mirovê ku xwe bixapînê hewl dide her kesî bixapîne.
Bi çend mînakên aktuel, xwexapandina Kurdan:
* Têkçûn û mikûrhatinên Mesûd Barzanî yên derbarê têkçûna Kerkûkê, radestkirina ax, çavkaniyên aborî, derîyên sînor û balafirgehên Başûrê Kurdistanê ji bo artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ji aliyê mirovên xwe dixapînin ve, mîna serketinê tên nîşandan. Mirov li ragihandina girêdayî PDK’ê û helwêsta kesên alîgirê wan a di medyaya civakî de temaşe dike, mîna ku Mesûd Barzanî ji sedî 48,6 axa Kurdistanê ji destê dijminan rizgar kiriye, mîna ku piştî referandûmê serxwebûn îlan kiriye û bi cîhanê daye qebûlkirin.
* Piştî Kerkûk radest kirin, bi şevekê ragihandina PDK’ê û hevkarên wê bi operasyoneke xeyalî, Mesûd Barzanî dane pêşiya 10 hezar pêşmergeyên zerevanî û Kerkûk û hemû herêmên din rizgar kirin. Li ser ekranên televizyon, kompûter û telefonên smart, cejn û şahiya rizgarkirinê bû. Lê belê dema hin kesan ji cihê bûyerê radigihand ku agahî ne rast in, derewan dikin; ez bi xwe li rasta bi dehan mînakên xwexapandinê yên mîna; “Derew jî be, nebêje, bihêle hema em çend saetan jî be bextewar bimînin” hatim.
* Tevî ku Mesûd Barzanî li xwe mikûr hat û got “min biryar da ku pêşmerge ji Kerkûkê vekişin. Me bi rêbaza ‘dostane’ Kerkûk û herêmên din radest kirin” jî mirîd û piştgirê wî yên xwe bi “xiyaneta mezin a malbata Talabanî” dixapînin. Bi saetan sohbetên civatan, bi dehan rûpelan nivîsên li ser medyaya civakî, bi dijûn û heqaretên li hevjîna Celal Talabanî, Hero Telabanî û her dû lawên wê, xwe tetmîn dikin. Lê belê Qubat Talabanî şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Diyar e, di hilbijartina pêşiya me de dîsa wê li hev bikin û parlamenê nîvenîv dabeş bikin. Lê belê di wan kêliyan de ku xwexapandin didome, li ser ekranên televizyonên PDK’ê yên xizmeta bêhtir têkbirina derûniya Kurd dikin, nûçeyên mîna; “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel çend wezîrên Herêma Kurdistanê bo serdana kesên tûşî erdhejê hatine gihiştin navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê” hene. Yanî Barzanî yê li gorî we ‘leheng’, ‘berxwedêr’ û ‘dilsoz’ bi ‘xiyanetkerê mezin’ lawê Talabanî re mil bi mil e!
* Dadgeha Federal a Iraqê biryar da û ragihand: “Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikumraniyê tê de komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye.” Ev tê wateya ji holê rabûna referandûmê. Bersiva Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî, “Em rêzê ji biryara Dadgeha Federal re digirin” bû. Yanî referandûm ji holê rabû û mîna balonekê teqiya.
Hikûmeta di bin serokatiya ne-fermî ya Mesûd Barzanî de şertê dawî yê hikûmeta Iraqê, yanî betalkirina referandûmê jî qebûl kir. Dîsa jî nexweşên xwexapandinê qala şanazî, taktîkvanî û hostayiya polîtîk a Mesûd Barzanî dikin!
Bi dehan, bi sedan mînak ji vê rewşa xwexapandinê re dikarin werin dayin. Lê belê mînaka dawî ya ez dixwazim bidim ji vê yekê jî girantir e. Ew jî rewşa evîndariya qurban a ji qatil-celadê xwe re ye. Di psîkolojiyê de ji vê rewşê re ji ber serpêtiyeke li Swêdê, Sendroma Stockholmê tê gotin.
Tevî ku yek ji hêza sereke ya ku hem rê li ber plana Referandûmê vekir û hem jî ev plan ji bo êrîşa li dijî destketiyên Kurdan mîna derfet bikar anî, Tirkiye bû. Heqaret, gef û kirêtiyên mezin Tayyip Erdogan û teyfeya wî li Mesûd Barzanî û di şexsê wî de li tevahiya Kurdan kirin. Tevî vê yekê jî Nêçîrvan û Mesûd Barzanî di her derfetê de pesnê Tirkiyeyê, AKP’ê dan û dilsoziya xwe ya pê re bi lêv kirin.
Herî dawî bi munasebeta erdhejê ku Tirkiyeyê qala şandina çend TIR alîkarî kir, Nêçîrvan Barzanî, Renc Talabanî û medyaya wan yekser spasiyên xwe pêşkêş kirin û xala ‘dostaniya qedîm’ a Tirkan û kêfxweşiya ji bo dirêjkirina “destê biratiyê yê Tirkan û Tayyip Erdogan” kirin.
Diyar e derûnî her tişt e. Ji bo Kurdên kevneperest û xwedî têgihiştina neteweperestiya hoveber rizgar bibin, azad bibin, serbixwe bibin û bibin xwedî kesayetiyeke bi îrade, divê beriya her tiştî ji travmaya xwexapandinê û sendroma evîndariya dewleta Tirk a qatil û celad rizgar bibin.