Li Bajarê Colemêrgê Navenda Çandê ya Feqîyê Teyran bi minasebeta Remezanê û salvegera 15'ê Tebaxê li taxa Baglar tenişta Saglik Ocagi şahiyek pêk anî. Di şahiyê de parlementerên BDP'ê, şaredar endamên meclîsê û rêveberên BDP'ê amade bûn. Di şahiyê de 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin û bê navber di lehê PKK'ê û Rêberê Abdullah Ocalan de dirûşme hatin berzkirin. Girsê li qada şahiyê pankarta mezin a "Bijî Berxwedana Cejna 15'ê Tebaxê", "Êrîşa li dijî Rojava li dijî hemû gelê Kurd e" û "Em Xweseriya Demokratîk a Rojava salv dikin" hatin vekirin. Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt li ser pêvajo û girîngiya 15'ê Tebaxê axivî. Piştî axaftinê koma Navenda Çandê ya Feqîyê Teyran konserek biçûk da. Li Colemêrgê dê şahiya 15'ê Tebaşê îşev saet di 21.00'an de li navenda Bajar li pêş VEDAŞ'ê bê lidarxistin. Li navçeya Geverê jî li Parka Musa Anter şahiya 15'ê Tebaşê hate lidarxistin. Di şahniyê de rêveberên BDP'ê Şardarê Geverê, nûnerên KurdÎ-DER, Komeleya Çandê ya Geverê û gelek welatiyên din tev li şahiyê bûn. Komê pankarta "Bê Serok aşiti nabe", "Em ne tecrîdê azadiya Rêberê xwe diwazin" vekirin. Şahiyê bi muzîk û fîşekên hewayî berdewa kir.

Li Şirnex û navçeyên wê pîrozbahî

Li Şirnexê beriya pîrozbahiya 15'e Tebaxê Midûriyeta polîsan tedbîr li kolan û kuçeyan derxist asta herî jor. Şevê din li taxa Gazi Paşa û qada Omer Kavak dema maşîneyek zirxî ya polîsan derbas dûbû komek ciwan bi bombeyên deng û fîşekên hewayî êrîş kir. Polîsan jî bi bombeyên gazê bersîv da koma ciwanan. Di çalakiyê de zarokek birîndar bû. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi hezaran kesên şevê din bi heman armancê li taxa Atakentê qada Newrozê kom bûn, şahî pêk anîn. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî 15'ê Tebax" berz kir.  Li navçeya Cizîrê jî Rêxistina BDP'ê li ber avahiya xwe şahiyek pêk anî. Di şevê de hem Şeva Kadîr û hem jî 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Li Îzmîrê jî bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl ên civakî û BDP'ê 15'ê tebaxê bi fîşekên hewayî pîroz kir. Girsê li vir fîşekên hewayî avêt û wêneyên Rahşan Demirel rakirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji girtiyan daxûyaniya 15'ê Tebaxê


Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, der barê 28'êmîn salvegera 15'ê Tebaxa sala 1984'an de daxûyaniyeke nivîskî da.
Kaya, diyar kir ku 15'ê Tebaxê di têkoşîna Kurd de weke mîladek e û wiha got: "Pêngava 15'ê Tebaxê, di kesayeta Rêber Apo, fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egît) a destana lehengiyê pêkaniye û ew bixwe jî tevlî vî pêngavî bûye de, careke din bi rêz û bi hurmet bibîr tînin. Em salvegera pêngava 15'ê Tebaxê bi coş pîroz dikin. Pêngava 15'ê Tebaxê ku ji hêla Serok Apo ve aniye xeteke ku bi kedeke mezin ben bi ben hatiye honandin û bi fermandariya Rêheval Egît re şoreşa vejîna Kurdîstanê destpê kiriye û ev şoreş di hemû axa welatê me, di erdnigariya Rojhilata Navîn de bê ku careke din bê rakirin cih girtiye. ."
Kaya, diyar kir ku ev berxwedan di rastiyeke gelê Kurd a biryariya meşandina bênavber a berxwedanê ye.  Kaya, wiha bang li gel kir: "Em bang li di serî de li malbatên xwe, gel, hogirên gelê xwe, li demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî dikin ku salvegera 15'ê Tebaxê bi coşek mezin pêşwazî bikin, îro bi serhildanan pîroz bikin, roja 15'ê tebaxa 2012'an weke roja azadiyê, ji bo vê jî hemû derfetên xwe pêşkeş bikin e. Em di kesayeta Mahsûm Korkmaz (Agît) de soz didin hemû şehîdên xwe. Em wek e girtiyên PKK û PAJKî yên di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê; em dê xwedî li giyan û xeta 15'ê tebaxê derbikevin, li bîranîna şehîdên xwe xwedî derkevin û di bin çi şert û mercî de be, em dê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê bitac bikin û em dê di vê hêlî de tu astengiyê nasnekin." 

DÎHA/AMED