Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û mûxalîfan dewam dike. Li Hatay, Mersîn, Êlih û Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Li Hatay û Skenderûnê serok û nûnerên saziyan jî di nav de 17 kes hatin binçav kirin. Li navçeya Tarsûs a Mersînê, di çarçoveya operasyonên dijî HDP’ê de Osman Îşiksal hate binçavkirin. Li Êlihê Serokê Petrol-Îş Şaxê Êlihê Şeyhmûs Kaygûsûz jî dinav de 15 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Pertag a Dersîmê, kesê bi navê Cenk Akgonul bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin.
HATAY