Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê nenivîsiye, tişta ji bo min girîng ewe ku bi vê rê êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûs ê ji gihanê re bigihînim.
Rojnamevan û romannivîs Behroz Bûçanî beriya çend rojan li Awustralyayê xelata herî giranbiha ya wêjeyî wergirt. Pirtûka wî, wê niha bi çend zimanên cîhanê were wergerandin. Wî j me re got; “Min roman ne ji bo xelatê nivîsî, ji bo êş û jiyana panaberan rave bikim min ew nivisî.”
Behroz Bûçanî penaberekî Kurd ê ji Îlamê ye ku beirya bi pênc salan ji aliyê hikûmeta Awustralyayê ve li girava Manûs hatiye bicihkirin û asêkirin. Xelata wêjeyî ya Victoriayê ya herî bi prestîj a wêjeyî ya Awustralyayê, û îsal ev xelat di du beşan dan de dan wî. Ji ber nivîsandina romana otobiiyografîk ‘Ji derveyî çiya ti dostekî din ê me nîne’ di beşa metnên ne wêjeyî û wêjeyî de wî xelat wergirt. Wî di beşa yekem de 25 hezar dolar û di ya duyem de jî 100 hezar dolar xelata pere jî wergirt.
Ne ji bo xelatê belkî li dijî zilmê
Behroz Bûçanî ji me re qala wergirtina xelatê û daxwazên ji bo wergerandina romana xwe kir. Behroz Bûçanî li ser wergirtina xelatê got; “Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê ne nivîsiye, tişta ji bo min girîng ewe ku bi vê rê êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûs ê ji gihanê re bigihînim.”
Behroz Bûçanî têkildarî wergerandina pirtûka xwe de jî wiha got; “Piştî nûçeya dayîna xelatê hate weşandin, çend saziyên çapê, peywendî çêkirin da ku ji zimanê Ingilîzî wergera ber bi zimanên weke Elmanî, Çînî, Îtalî û Holandî bikin. Biryar e ku heta sala 2020’an li van welatan jî ev klitêb were belavkirin. Ji derveyî vê jî biryar e ku her bi zimanê Ingilîzî li Brîtanya, Kanada û Emerîka jî bê weşandin. Di heman demê de, wê di demeke nêzîk de bi zimanê Farisî û Spanî jî wergera wê bê kirin. Me hevpeyman îmze kiriye. Herwiha wê bi zimanê Çînî li welatê Taywanê were weşandin.”
Kurdî û Farisî jî wê hebin
Behroz Bûçanî der barê wergera pirtûkê ya bi zimanê Kurdî jî ev agahî dan; “Heta niha du wergerên Kurd li Başûrê Kurdistanê peywendî bi min re kirine ku ji zimanê Ingilîzî wergerînin Kurdî. Hevalekî min ê bi navê Dilşad Xoşnav ku wergêrekî Farisî ye, pêşniyaz kiriye ku ji Farisî bike Kurdî. Lê, pirsgirêka min heye, ew jî ew e ku dema min bi Ingilîzî nivîsiye min gelek guhertin tê de çêkirine, lewma ji bo ya bi zimanê Farisî, wê dem jê re lazim be.”
Dilşad Xoşnaw ku dixwaze romana Behroz Bûçanî ji Farisî wergerîne ‘Kurdî- Soranî’ ji me re axivî û got; “Li Başûrê Kurdistanê çend dezgehên çap û weşanê hene, gotine em amade ne pirtûkê çap bikin û belav bikin. Her dema ku bi Farisî pirtûk bi destê min bikeve, ez ê dest bi wergera wê bikim.”
Behroz Bûçanî di 21’ê Tîrmeha sala 1983’an de li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê PEN a Kurdî ye. Beriya bi 6 salan berê xwe daye Awustralyayê.
ROJNEWS / MANUS
Jinenîgeriya penaberekî
Behroz Bûçanî (Behrouz Boochani) yê 36 salî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew yek ji damezrînerên kovara wêjeyê ya Kurdî Werya ye ku li Rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013’an hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê da.
Nivîskarê Kurd neçar ma Îranê biterikîne û berê xwe da Awûstralyayê. Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melboûrneyê ve nehate qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma. Bûçanî mehekê li girtîgehê ma û di encama çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl de hate berdan. Lê belê vê carê jî destûr nehate dayin ku ji girava ku ser bi Papûa Gîneya Nû ye derkeve. Wî serpêhatiya xwe ya di dema girtîbûn û êrişên polîsan de bi rêya peyamên kurt ên telefonan (SMS) şandin ji weşanxaneyekê re ku ev SMS´ên hanê weke pirtûk çap kir û jixwe Behroz Bûçanî ji bo vê kitêba xwe hêjayî xelatê hate dîtin.