
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya li herêma Adilbegê agahiyên berfireh dan. HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, gerîlayan roja 4’ê Mijdarê danê sibehî li gundê Koordîne yê li herêma Adilbeg, li navçeya Şemzînanê a ser bi Colemêrgê, li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker ji pênc baskan çalakî li dar xistiye û herî kêm 3 esker di çalakiyê de hatine kuştin.
Di çalakiyê de gerîlayan derb li wesaîteke kobra a zirxî jî xist.
Heman rojê gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê li ser girê Petrut ê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê eskerek kuşt. n ANF / BEHDÎNAN