Li Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de yek ji hedefên hêzên dewletê Navenda Çanda Semayê ye. Di operasyonên qirkirina siyasî de heya niha tê de solîstê muzikê, mamosteyê erbaneyê, xebatkarên kafeteryayê jî bi giştî 5 xebatkarên Navenda Çanda Semayê hatin girtin û navend di bin banê şaredariyê de xebatên çand û hunerî dide meşandin, gel jî elaqeyeke mezin nîşanê xebatên wê dide. Herî dawî jî di serdegirtina polîsan a saziyê de kesê bi navê T.Y. ji aliyê hêzên dewletê ve wek "bombeya zindî" hat nîşandan û bi vê xwestin navenda çandê bikin navenda hedefa xwe.
Propagandaya qirêj
Derbarê girtin û binçavkirina xebatkaran de mamosteyê Navenda Çandê Avşîn Aslan axivî û diyar kir ku ew xebatên xwe di çarçoveya çand û zimanê Kurdan de didomînin. Aslan destnîşan kir ku ji ber vê sedemê jî ji her aliyî ve zext û êriş li hemberî saziya wan tên meşandin û wiha peyivî: "Saziyên dewletê di destpêkê de ji bo pûçkirina xebatên me heman xebat dan meşandin. Lê tişta ku dixwestin pêk nehat. Vê carê, dest bi êrişên qirêj kirin. Ji bo xebatên me reş bikin û çavên şagirtên me bitirsînin jî dest bi paşgotin û propagandeyeke qirêj kirin. Lê ligel van jî gel li pişt me ye û alîkariya me dike."
'Berxwedan wê bidome'
Aslan da zanîn ku yekane armanca dewletê astengirina jiyîna çanda kurdewar û hînbûna ziman e û piştî êrişan derbarê xebatan de ev agahî dan: "Niha derdora 450 xwendekaran serî li me daye û li gel çavtirsandin û êrişan jî ev hêjmar zêdetir bû. Çawa ku hevalên me di girtîgehan de li ber xwe didin û serî natewînin em ê li derve ji bo jiyîna çand û ziman xebatên xwe bidin meşandin."
Ji bo afirandina jiyana azad
Aslan got, êrişên li hemberî Kurdistanê tên meşandin ne yê pêşî, ne jî yên dawiyê ne û wiha dewam kir: "Em jî ne neferê yekemîn ne jî yên dawîn in. Bi hevgirtin û yekitiyê em ê van êrîşan li pey xwe bihêlin û ji bo afirandina jiyaneke azad xebatên çanda azad bidomînin."
AGIRÎ